Piştî rexneyên şêniyan, Şaredariya Gel a navçeya Zirganê soz da ku dê demeke nêzîk de dermanên pêşuyan bireşînin.
Di demên dawî de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber guhertina rewşa hawayê kêzika reş ku bêhna nexweş derdixîne û dibe sedema nexweşiya, belav bûye. Şêniyên navçeya Zirganê jî ji vê yekê bi gazinc in û ji şaredariyê xwestin ku dermanên mêş û mûran bireşînin.
Şêniyê bi navê Mihemed Cercer bang li beşê hawirdorê yê Şaredariya Gel a navçeyê kir ku çareseriyekê ji belavbûna kêzikê re peyda bike.
Cercer, got: “Ev kêzik nexweşiyan çêdike. Ji ber wê em gelek zehmetiyan dikişnin, ev kêzik derbasî malan dibin û bêhna nexweş ji wan tên. Em dixwazin ku şaredarî di demeke nêzîk de derman bireşîne.”
Welatiyê bi navê Qasim jî bang li aliyên têkildarî kir ku van kêzikan tine bikin û got: “Şênî ji ber vê rewşê azaran dikşînin, em ditisin ku bi zarokên me vedin.”
Rêvebera Komîteya Hawirdorê ya Şaredariya Gel a Zirganê Emîra Mihemed diyar kir ku dermanên pêşuyan peyda bûye û soz da ku dê di demeke nêzîk de derman bireşînin.
(bb)
ANHA