Bi hezaran welatiyên Qamişlo, Dirbêsiyê, Kobanê û Heleb û Tebqayê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku ev 3 rojin bênavber didomin û navendên xizmetê dikin hedef, meş û xwepêşandan lidar xistin.
Li bajarê Qamişlo duh ji saetên serê sibehê heta niha dibin êrişan de ye, 2 çalakî hatin li dar xistin.
Çalakiyek li taxa Xerbî hat lidarxistin.
Girseya ku li Çerxerêya Osman Sabrî kom bû, ji vir heta pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mehemed Şêxo meşiya.
Di meşa ku Kurd, Ereb, Suryan û rêveberên saziyan jî tevlî bûn de, bênavber dirûşmên şermezarkirina êrişan û berxwedanê hatin berzkirin.
Çalakvanan ev peyam dan:
Ev êrîş careke din nîşan didin ku Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan sûcdarê şer e û dixwaze projeya demokratîk û vîna gelê herêmê têk bibe.
Lê ew ê dijî hemû êrîşan li ber xwe bidin û soza mezinkirina têkoşînê da.
Çalakiya li Kantona Firatê jî li bajarê Kobanê bû.
Ciwanan di salvegera 2’yemîn a şehîdxistina endamên Yekîtiya Jinên Ciwan û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger de meşek lidar xist û daxuyanî da.
Ciwanên ku bê navber dirûşmeyên tolhildan û berxwedanê berz kirin, heta Qada Aşitiyê meşiyan.
Piştî meşê di daxuyaniya hat dayîn de ciwanan ragihand li dijî hemû êrişan wê xaka xwe biparêzin.
Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li Tebqayê jî bi wesaîtan kortejek hat çêkirin.
Li nava bajêr bi wesaîtan, bi al û flamayên HPG-YJA Star, YPG-YPJ’ê û posterên Rêber Apo geriyan.