Hêzên ewlekariyê yên Iraqê ragihandin ku wan kesekî tê gotin şefê nû yê DAÎŞ’ê ye girtin.
Ev îdîa ji aliyê Sky News Arabîa ve hate belavkirin. Lê belê ev agahî piştre ji aliyê ajansa nûçeyan a Iraqê û televîzyona dewletê ve jî hate piştastkirin. Lê belê rayedaran hîn daxuyaniyek nedane.
Berpirsyarên servîsên îstîxbaratê yên Iraqê meha Çileyê agahî dabûn rojnameya The Gûardîanê û piştrast kiribûn ku şefê nû yê çeteyên DAÎŞ’ê Abdul Nasir Qardaş e. Heman çavkaniyan diyar kiribûn ku navê rastî yê serçete Emîr Mûhammed Abdulrahman El Mewla El Selbî ye.
Beriya rojnameya The Gûardîanê, ANF’ê eşkere kiribû ku serçeteyê nû yê DAÎŞ’ê Qardaş e. Ev agahî piştre ji aliyê servîsên îstîxbaratê û medya rojavayî ve hatibû piştrastkirin.
Qardaş ku weke yek ji damezrînerên çeteyên DAÎŞ’ê tê naskirin, her wiha yek ji berpirsyarê sereke yê êrişên qirkirinê yên li dijî Şengalê bû.
Beriya ku Ebû Bekir El Bagdadî ji holê bê rakirin, Qardaş yek ji namzetên sereke bû ku bikeve şûna wî. Artêşa Emerîkayê 5 milyon dolar xelat danîbû serê Qardaş.
Serçeteyê DAÎŞ’ê El Bagdadî 27’ê Cotmeha 2019’an li herêmeke bi 5 kîlometreyî dûrî sînorê Tirkiyeyê ji aliyê artêşa Emerîkayê ve hatibû kuştin.