Di vê serdemê êdî teknolojî li hemû cîhanê belav bûye, her kes dikare bi rêya teknolojiyê her tiştî bi dest bêxe û bibîne. Ev yek bûye sedemê bandora gelek karên erênî û nerênî.
Civaknas û pisporên teknolojiyê dibêjin ku sedemên sereke yên pirsgirêkên civak û malbatê xwe dispêrin teknolojî û torên civakî.
Civaknas Serkewt Ebdulqadir li ser vê mijarê ji RojNews re axivî û behsa bandora teknolojî û torên civakê ya li ser mirovan dike. Serkewt got; “Dema ku em li sedeyên borî binêrin, emê bibînin malbat û civak bi awayek asan kar û barên xwe dikin. Lê niha teknolojî ketiye nava jiyana kesan û rolek mezin dileyîze. Bi vê re gelek pirsgirêkên civak û malbatê derdikevin holê. Wek mînak dema ku wêne yan jî dîmenek yê kesekê bê belav kirin, ew kes di aliyê derûnî de ne rehet dibe û ji bo wî dinava malbatê de pirsgirêk derdikeve. Ev pirsgirêk digihe kuştin û xwe kuştinê jî. Bê guman ev wêne û dîmen ger ew kes nexwaze yan jî bi awayek xirab bê belav kirin.”
Serkewt da zanîn ku teknolojiyê we kiriye êdî kes ji civakê qut bibe û got; “Niha li şûna ku mirov amêrên tekonolojiyê bikarbênin, teknolojî mirovan bikartêne. Ne hişyariya bikaranîna torên civakî dibe sedemê suc. Nebûna yasa û fîlteran jî dibin sedemê sûcên elektronî. Divê ragihandin û navendên perwerdeyê, mirovan di karanîna torên civakî de hişyar bike.”
Li Herêma Kurdistanê ti qedexeyek ya li ser hinek torên torên civakî nîne, yan jî qedexeyek li ser asta temen nîne. Ti navnîşanên nerênî yên torên civakî nayên asteng kirin, pisporên di aliyê teknolojiyê dejî behsa qedexe kirina hinek torên civakî dikin.
Pisporê teknolojî û xwediyê dîplomeya beşê zanistî yê komputerê, Mezin Îsmaîl axivî û got; “Divê ji bo kesên temenê wan dibin 18 saliyê de, qedexeya malbatî were danîn. Herwiha qedexeya yasayê jî ji bo wan torên civakî yên ku bandorek xirab li civakê dikin hebin. Ji bo qedexe kirina van torên civakî yên nerênî, bername hene. Wek mînak di dema aloziyên Iraqê de, hikûmetê bir yar da hemû torên civakî werin sekinandin. Lê piştî wê bi hinek bernameyên taybet yên şikandina filteran welatî karîn bikevin torên civakî. Yek ji sedemên sereke yê çêbûna sûcên elektronî, torên civakiye.”
Li gorî rêjeyek ya rêveberiya giştî ya polîsên Silêmaniyê, tenê di sala 2017’an de li sînorê parêzgeha Silêmaniyê 611 bûyerên xirab yên bikaranîna peywendiyan çêbûne. Ji vane 535 kes hatin eşkere kirin.
Di sala 2008’an de Parlamentoya Herêma Kurdistanê yasayek li ser bikaranîna xirab ya amêrên peywendiyê danî, lê ev yasa heya niha wek pêwîst nehatiye bikaranîn.
Li gorî yasayê her kesê ku telefon yan jî amêrên din yên peywendiyê xirab bikarbîne, wê ew kes were girtin û cezayê wî ji 6 mehan kêmtir nebe. Herwiha cezayê pere jî lê tê birîn, ev jî divê ji milyonek dînarê Iraqê kêmtir nebe û ji 5 milyonan zêdetir nebe.
Parêzer Sergul Qeredaxî jî li ser heman mijarê axivî û got; “ Li herêma Kurdistanê wek pêwîst kar li ser vê yasayê nehatiye kirin. Wek em dibînin hêjî pêşiya şirketên ku hejmarên telefonan bê navnîşan difiroşin nehatiye girtin. Zêdetirî pirsgirêkên dinava dadgehê de jî ji vê yekê çêdibin. “