Di lêkolînê de ku li kovara zanistiya hawirdorê ya bi navê One Earth hate weşandin, li çiyayê ku bilindahiya xwe 8 hezar û 848 metre ye, kêm maye ku sergo çêbibe. Li bilindahiya 5 hezar û 364 metreyî ya çiyê li qada kampê sergo tê dîtin. Her wiha li 8 hezar û 840 metreyî jî çop tê dîtin.
Ji pisporên Zanîngeha Plymouthê yê beşdarî lêkolînê bû Îmogen Napper, parçeyên plastîk êdî li Çiyayê Everestê gelekî tên dîtin.
DI HEMÛ MÎNAKÊN BERFÊ DE YÊN HATIN ANALÎZKIRIN, PARÇEYÊN PLASTÎK HATIN DÎTIN
Nuqteyeke din a ku di lêkolînê de balê dikişîne ew e ku plastîkên mîkro û parçeyên biçûk ên plastîkan di her mînakên ji çiyê hatin wergirtin de hatin dîtin. Îmogen Napper got, “Di nava her mînaka berfê de ku me ji bo analîzkirinê li çiyê anîn, mîkro plastîk hate dîtin.” Îmogen Napper destnîşan kir ku êdî îmaja “dest lê nebûye” ya Çiyayê Everestê ji holê rabûye.