ENQERE – Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu, diyar kir ku hikûmeta AKP’ê di meseleya sergirtina jinan de ne samîmî ye û wiha got: “Dimena ku serpêhatiya Merve Demîrel a rastî tacîza polîsan tê nîşan dide, keliya ku derewên hikûmetê dibişkivin e. 3 roj berê xwendekara Zanîngehê Merve Demîrel, dema li Enqereyê ji aliyê polisan ve hat binçavkirin rastî tacîza polîsekî hatibû. Dîmenên tacîza polîsan ketibû ber wênekêş û kamerayan. Merve Demirel piştî vê bûyerê duh li Edliyeya Enqereyê der barê polîs de li serdozgeriyê gilî kir. Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu, anî ziman ku hikûmeta AKP’ê di meseleya sergirtina jinan de ne samîmî ye û wiha got: “Dimena ku serpêhatiya Merve Demîrel a rastî tacîza polîsan tê nîşan dide, keliya ku derewên hikûmetê dibişkivin e. Merve Demirel, xwendekarek ku li diji neheqiyê mafê xwe yê zagonî diparêze ye. Dê daxuyanî bidana û belav bûbûna. Lê polîsan ew binçav kirin û dema polîsekî Merve Demirel binçav kir, tecîz kir. Kêliya tacîzê di wêne de jî xuya dibe. Li diji vê buyera sosret camawerî rabû ser piyan. Ev bûyer nayê qebûlkirin. Hemû beşên civakê bertek nîşanî vê yekê da.” ‘DAXUYANIYA MIDÛRIYETA POLÎSAN XERABTIR BÛ’ Gergerlîoglu, bal kişand ser bersîva Midûriyeta Polîsan a ku tacîzê rewa dike û wiha axivî: “Bersîva midûriyetê ji bûyerê bêtir qebahet bû. Faciayek mezintir bû. Raste rast heqaret bû. Diyar dikin ku bavê wê endamê FETO ye. Ev tê wateya ‘Li keçikên endamên FETO ev tê kirin’. Li şûna der barê vî polîsê memûr lêpirsînê vekin, hewl didin ser bûyerê veşêrin. Bi vê yekê mexdûrên KHK’yan dikin şeytan. Divê midûriyeta polîsan û wezareta karên hundirîn piştî vê yekî îstîfa bikin. Di dewletek asayî de divê herdu îstîfa bikin. Bûyerek ku civak rabû ser piyan pêk hat. Divê bi lez der barê sûcdaran de lêpirsîn bê vekirin û hesap ji wan bê pirsîn. Di serdema OHAL’ê de hiqûqa dijminantiyê pêk hat. Di serdema navîn de ev yek pêk dihatin. Kesên ku hêzên otoriteyê digotin ‘Sûcdar in, xaîn in û şeytan in’ dihatin îmhakirin. Dihatin tunekirin. Niha ji muxalefet wan dikin şeytan û hewl didin wan tune bikin. Hikûmeta AKP’ê hemû tiştê ku li dijî wê ye dikin şeytan û rêya lîncê li pêş wan vedikin. Em bêjin bavê wê endamê FETO ye. Wê demê dê li keça wî wisa bê kirin? An jî em bêjin keça kesekî sûcdar e ma wê wisa lê bê kirin?” KESÊN AŞKERE WISA BIKIN KÎ DIZANE DI BIN ÇAVAN DE ÇI DIKIN’ Gergerlîoglu, da zanîn ku kesên li paytextê Tirkiye li ber çavan bêyî şerm bikin û bitirsin wisa bikin gelo kî dizane dê di bin çavan de çi bînin serê welatiyan û wiha bi dawî kir: “Tirkiye bûye dewleta polîsan. “AKP bi wêjeya sergirtinê û pesnê sergirtinê hat îktîdarê. Lê niha nîşan dide ku di pêkanînên xwe de ne samî ye. Tişta hatiye serê Merve Demirel derewên hikûmetê li ber çavan radixe. Dimena ku serpêhatiya Merve Demîrel a rastî tacîza polîsan tê nîşan dide, keliya ku derewên hikûmetê dibişkivin e.”
Gergerlîoglu: Dîmena tacîza polîsan kêliya derewên hikûmetê dibişkivin e
