Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû li dijî cezayê girtîgehê yê ku Dadgeha Bilind pejirandiye, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da.
Endamê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan û Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû bi rêya parêzerê xwe Kerem Altiparmak serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da.
Di serlêdanê de işaret bi biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûra Bingehîn hate kirin û hate ragihandin ku fezleke ji bo armancên siyasî hatiye amadekirin.
Di daxwaznameyê de hate gotin, “Serlêdêr, ku parlamenterek û parêzvanekî mafên mirovan e, ji ber ku li nava parlamentê û derve qala revandina mirovan, lêgerîna tazîkirî, êşkence û binpêkirina mafên mirovan ên giran ên bi vî rengî kiriye, bûye hedefa desthilatdariyê.”