HDP’ê ji bo betalkirina biryara li ser desteserkirina wekîltiya Omer Farûk Gergerlîoglû serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo betalkirina biryara li ser desteserkirina wekîltiya Omer Farûk Gergerlîoglû serî li Dadgeha Destûra Bingeîn da. Beriya serlêdanê Gergerlîoglû tevî Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Erol Katircioglû û parêzerên xwe li pêşberî Dadgeha Destûra Bingehîn li Parka Ahlatlibelê daxuyaniyek da.

Gergerlîoglû got, “Tevî ku min sûc nekiriye jî wekîltiya min hate betalkirin. Her kes bi vê neheqiyê zane. Lê belê hin mirov hîn jî bêdeng in. Li holê bêhiqûqiyek heye ku sibe dikar bê serê we jî. Li pêşberî vê yekê bêdeng nemînin. Îro li min, sibe li we, piştre wê li mirovên din bê kirin. Ya ku pê têm sûcdarkirin parvekirineke min a li Twîtterê ye. Mirovekî bi tenê nîne ku ji vê re bêje sûc e. Ji bo mirov ê bêhiqûqiyê fêhm bike ne pêwîste ku mirov hiqûqnas be.”

Gergerlîoglû diyar kir ku siyasiyan edalet xistine bin kontrola xwe û anî ziman ku bi rêya vê serlêdana wan Dadgeha Destûra Bingehîn dikare pêşî li vê bigire.

Gergerlîoglû ragihand ku ew li benda biryareke adîl û got, “Ez mafê xwe ji Dadgeha Destûra Bingehîn dixwazim. Ev der rawestgeha dawî ye.”