Koma Şehîd Çîçek Botan ku komeke muzîkê ya gerîla ye, bi navê “Cenga Heftanînê” klîbeke nû weşand.
Klîba nû ku gotin û muzîka wê ji aliyê Azê Viyan û Eylem Mazlûm ve hatiye amadekirin, ji aliyê Navenda Çapemeniyê ya YJA Starê hate weşandin.
Koma Şehîd Çîçek Botan bi vê stranê û klîbê, li gel dîmenê bêhempa yê çiyayên Kurdistanê, li ber def û tembûrê qala berxwedana Heftanînê ya gerîla dike.