Navenda ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şehadeta Gerîla Merwan û Tûfan de daxuyanî dan û wiha gotin.

Gerîla Merwan û Tûfan 18’ê nîsana 2024’an li Xakurkê di şerê li dijî dagirkeriyê de şehîd bûn.

Her du gerîla li her qada lê bûn wekî fedaî tevilî şer û tekoşîn bûn, kedeke mezin dan. Em hevrêyên xwe yên hêja yên bi serketinê ve xwe girêdabûn û şêwaza fedaî ya Apoyî esas girtibûn, bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin.

HPG’ê di serî de malbatên şehîdan ji gelê welatparêz re sersaxî xwest û nasnama şehîdan eşkere kir.

Ehmed Îbrahîm El Ehmed bi nasnav Merwan Zêrevan li Helebê ji dayîk bûye, navê dayîkê Fatma, navê bav Îbrahîm, 18’ê Nîsana 2024 li Xakurkê şehîd bû.

Ehmed Bayar bi nasnav Tûfan Koçer li Sêrtê ji dayîk bûye, navê dayîkê Taybet navê bav Abdulah 18’ê Nîsana 2024 li Xakurkê şehîd bû.

Hevrê Zêrewan ê li Helebê ji dayîk bû, 2014’an derbasî çiyayên azad bû, perwerdehiya xwe ya yekemîn li herêma Qendîlê dît. Armancên wî mezin bû, bi îdîayeke mezin tevlî her karî bû. 2017’an derbasî herêma Xakûrkê bû û bû yek ji pratîkkarên taktîk ên serdemê. 18’ê Nîsana 2024’an li herêma Xakurkê di êrîşa dijmin de şehîdan bû. Heta roja şehîd bibe, bi fedekarî û bi biryar tevlî têkoşîn û jiyanê bû.

Gerîla Tûfan jî li navçeya Dihê ya Sêrtê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk bû, bi çanda dêrîn a Botanê mezin dibe. Ji bo alîkariyê bide malbatê şivaniyê dike. 2012’an li ser Wanê tevlî nava refên gerîla dibe. Perwerda xwe ya pêşî li Zagrosê dibîne. Li çiyayê bi heybet û asê li Zagrosê fêrî gerîlatî û jiyana wê dibe. Demekê kurt li Avaşînê dimîne. 2014’an ji bo têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê derbasî Rojava dibe û di gelek pêngavan de cihê xwe girt. Piştî erka xwe pêkanî berê xwe da çiyê çû herêma Xakurkê. Li dijî êrişên dagirkeriyê di şer de cih girt, taktîkên serdemê di şerê de xwe de pêkanî. Gerîla Tûfan di 18’ê Nîsana 2024’an de li herêma Xakurkê tevlî karwanê şehîdan bû.