Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bi daxuyaniyekê ragihandbû ku gelê Kurd sîstema fuzeyan temîn kiriye û di encama vê yekê de gerîlayan 15 SÎHA’yên dewleta Tirk ên bi cureyên Bayraktar TB2, Akinci, Anka û Aksungur anîne xwarê.
Ev mizgîniya ku di Newrozê de hat dayîn di nava gelê Kurd de bi kêfxweşiyeke mezin hat pêşwazî kirin.
Gerîla TV jî beş bi beş dîmen weşandibûn û nîşan dabû bê ka çawa gerîlayan ev SÎHA anîne xwarê.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel di daxuyaniya xwe ya 20’ê Adarê de eşkere kiribû 1’ê Adarê jî.
Li qada Çiyareş a Zapê gerîlayan balafireke SÎHA ya bi tîpa ANKA tînin xwarê.
Gerîla Tv dîmenê vê balafirê jî weşand.
Di dîmen de tê dîtin, ku ANKA’ya dagirkeriya Tirk parçe parçe dibe.
Di dawiya dîmenan de enqaza SÎHA’a bi navê ANKa tê nîşandan.