Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîlayan a 3’ê Îlonê ya li dijî wesayîta kar a artêşa Tirk a dagirker ku rêya Girê Şûndirê ya qada Deştanê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê weşand.
HPG’ê têkildarî çalakiyê ev agahî parve kiribû;
“Roja 3’ê Îlonê saet di 09.00’an hêzên me Li Çelê ya Colemêrgê li dijî wesayîta kar a artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistiye ya ku rêya Girê Şûndirê ya qada Deştanê çêdike. Di çalakiyê de makîneya kar îmha bûye û xebata rê hatiye sekinandin.”