Dîmenê çekên ku di çalakiya gerîla de ya 22’ê Cotmehê ya li Girê Lêlîkanê ji ser leşkerên Tirk hatin rakirin, hatin weşand. Dîmenê berfireh ê çalakiyê beriya niha hatibû weşandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev agahî da:

“Roja 22’ê Cotmehê saet 15’an hêzên me li nêzî Girê Lêlikanê yê herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk a dagirker kirin hedef. Hêzên me ji nêz ve li yekîneya dijmin xistin, ketin çeperên dijmin û çûn ser gelek cenazeyên leşkeran. Di çalakiyê de serpelek jî di nav de 8 leşker hatin kuştin û hêzên me çekek BKC, çekek MPT-76, dedektora mayînan, dûrbîneke termal û dûrbîneke şevê desteser kirin. Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê bi desteka helîkopterên êrîşê bi gelek helîkopteran kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir.”