GerîlaTV dîmenên çalakiya gerîlayên HPG’ê û YJA Star ên li Girê Koordîne ya navçeya Çelê ya Colemêrgê ya 9’ê Cotmehê li dijî artêşa Tirk lidar xistibû parve kir.
HPG’ê ragihan ku di çalakiyê de bi xurtî li kozik û çeperên dijmin hatiye dayîn û 6 leşker hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî da:
“9’ê Cotmehê saet 09:30’î hêzên me li dijî leşkerên li Girê Koordîne yên girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek kirin. Di çalakiya li çeper û leşkerên li gir hate xistin de bi qasî hate zelalkirin 6 leşker hatine kuştin.
Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê bi helîkopter, hewan û obûsan qad bombe kirin.”