Hêzên YJA Starê bi çalakiyê roja 30’ê hezîranê roja fedaî ku salvegera çalakiya Zeyneb Kinaci Zîlan pêşwazî kirin.

Navenda ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla de daxuyanî da û wiha got:

Li herêma Xakurkê

Artêşa Tirk a dagirker 22’ê hezîranê li herêma Şehîd Qehreman dest bi tevgera leşkerî kir. Hêzên me dijmin kirin bin denetima xwe, saet 14’an bi çalakiya sabotajê çalakî kirin. Di çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker birîndar bûn.
Dagirkeran bi alîkariya bombeyên destan, kuştî û birîndarên xwe ji qadê revandin.

Saet di 14 û 30’an de carek din bi taktîka sabotajê çalakî pêkhat, dagirker bûn hedef, di vê çalakiyê de jî dagirkerek hat cezakirin.

Bi giştî di çalakiyê de 5 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker birîndar bûn.

HPG’ê da zanîn çalakî ji aliyê hêzên YJA starê bi boneya silavkirina roja feadî 30’ê hezîranê hatiye li darxistin.

23’ê hezîranê gerîlayan li herêma şehîd Qehreman dagirker bi çekên ferdî kirin hedef.

Li herêma Metîna

Gerîlayan 23’ê hezîranê li qada berxwedanê ya Dêrgelê 2 çalakî li darxitin.

Gerîlayan bi çekên dagirker kirin hedef.

Heman rojê gerîlayên YJA Starê jî bi çekên nîv otomatîk li helîkopterê dan, piştî çalakiya gerîlayan helîkopter neçar ma ji qadê dûr bikeve.

24 Haziranê gerîlayan li qada berxwedanê ya Golka bi çekên giran li dijmin dan, konteynir îmhakirin.

Li herêma Şehîd Delîl a rojavayê Zapê gerîlayan 2 çalakî li darxistin

Çalakiya yekem li Girê FM pêkhat, gerîlayan drona ku tejî teqemenî bû bi çekên ferdî kirin hedef, dron îmhakirin

Çalakiya duyem jî li girê Amediyê pêkhat, Hêzên YJA Starê bi çekên nîv otomatîk li dijmin dan.

Derbarê êrişên bi teqemeniyên qedexe yê dijmin de jî HPG’ê wiha got:

24’ê Hezîranê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên şer ên li qada Berxwedanê ya Girê FM’ê 4 caran û Girê Cûdî 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Her wiha

23 û 24’ê Hezîranê li herêma Garê qada Girê Reşît 2 caran, li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Şêlazê, Serê Metînayê 3 caran, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê carekê; bi giştî 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.