Navenda ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriyê de daxuyanî da

HPG’ê got.

Li herêma Rojava Zapê ya Şehîd Delîl

13’ê hezîranê gerîlayan li qada berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên navîn li artêşa Tirk dan.

14’ê hezîranê jî li heman qadê, gerîlayên YJA Starê li hemberî dagirkerên ku xwestin pergala mobese danîn bi çekên ferdî û giran çalakî kirin, tevgera wan rawestandin.

15 Haziranê li qada berxwedanê ya Girê Amediyê jî hêzên YJA starê bi çekên giran li artêşa Tirk dan.

16 Haziranê li heman qadê bi çekên nîv otomatîk çalakî pêkhat.

Li qada berxwedanê yê Girê Amediyê

13’ê hezîranê gerîlayan li hemberî dagirkerên xwestin pêşve biçin bi çekên giran çalakî kirin, dijmin gavek paşde avêt.

15 û 16’ê hezîranê jî gerîlayan bi çekên nîv otomatîk û giran bi artêşa tirk dan.

Li herêma Metîna

15 Haziranê gerîlayan li qada berxwedanê ya Şêlazê bi çekên nîv otomatîk li hemberî artêşa tirk çalakî kirin.

Gerîlayan heman rojê mûdaxaleyî helikopterên dewleta Tirkkirin ku, qada berxwedanê ya Şêlazê bombekir

Li Herêma Xakurkê

Gerîlayan 17 Haziranê li hemberî dagirkerên li girê Şehîd Şahan bi çekên giran çalakî kirin, derb li mewziyekê dan.

Li herêma Geverê

Gerîlayan 12 Haziranê li qada Geliyê Oremarê pergala mobese ya dijmin îmhakirin.

Derbarê êrişên dijmin de ên bi çekên qedexekirî de HPG’ê got:

13’ê Hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

13 û 14’ê Hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî, carekê jî bi gazên kîmyewî hatin bombekirin.

13 û 16’ê Hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê 6 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Her wiha

Di navbera 13-18’ê Hezîranê de li Herêma Qendîlê qadên Girê Casûsan, Girê Roj 2 caran, li Herêma Garê qadên Girê, Deriyê Hirçê, Zêvkê û Zengilê 6 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Dergelê, Bazê, Şêlazê 10 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 5 caran, li Herêma Xakurkê qadên Sinînê, Lolan, Kendakola, Girê Berbizinê 6 caran, li Herêma Zapê Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm carekê; bi giştî 30 caran bi balafirên şer,

16 û 17’ê Hezîranê Herêmên Metîna û Xakurkê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.