Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyanî da.

Li gorî vê
🔶“Li herêma Metînayê;

🔶8’ê Hezîranê di saet 14.30’an de bi taktîka sekvaniyê li dagirkerên li Girê Bamernê hate xistin û dagirkerek hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

🔶8’ê Hezîranê, bi taktîka sekvaniyê sîstema kameraya mobesse ya dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ji aliyê hêzên YJA Starê ve hate imhakirin.

🔶Bi çekên giran li dagirkeran hat xistin. Rojên 8 û 9’ê gulanê du caran bi çekên giran mudaxeleyî dagirkerên ku hewl didan li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi cih bibin, hate kirin û xebatên wan hatin rawestandin.

🔶9’ê Hezîranê di saet 18.10’an de bi çekên ferdî droneke ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ji aliyê hêzên YJA Starê ve hate imhakirin.

🔶10’ê Hezîranê bi taktîka sekvaniyê sîstema kameraya mobesse ya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate îmhakirin.

🔶8’ê hezîranê bi taktîka sabotajê li dagirkerên ku hewl didan ber bi tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM ve ber bi pêşde biçin, hate xistin.

🔴HPG’ê got:

🔶9’ê Hezîranê kuçikekî ku dagirkeran hewl dida ber bi tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM ve bişîne, hate bêbandorkirin. Her wiha fenerek û kamereyekî serî hate desteserkirin.

🔶9’ê Hezîranê; bi taktîka sabotajê li dagirkerên ku hewl didan li Qada Berxwedanê ya Girê FM bi cih bibin, hate xistin, xebata wan hate rawestandin.
🔶Bi taktîka sekvaniyê sîstema kameraya mobesse ya dagirkeran hate îmhakirin.

🔶Bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin.

🔶Artêşa Tirk a dagirker êrîşên bi teqemeniyên qedexekirî, didomîne. HPG’ê got:

🔶8’ê Hezîranê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, carekî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombebarankirin.

🔶9’ê Hezîranê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombebarankirin.

🔴Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

🔶8 û 9’ê Hezîranê qadên Lolan û Kolît ên herêma Xakurkê 2 caran, Qadên Berxwedanê yên Bêşîlî, Şêlazê û Bazê yên herêma Metînayê 3 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 2 caran, bi giştî; 7 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.”