Dewelata Tirk, ji bo karibe xaka Kurdistanê kontrol bike, avakirina qereqolan weke rêbaza bingehîn bi kar dianî. Bi taybetî li ser xeta sînor a navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê li her derê qereqol, kalekolek avakirin.

Leşkerên dagirker, 24 saetan gel dişopand û bi çekên giran, bexçe û gund bombe dikirin, hem şerê psîkolojîk dikir, hem zarok, jin û gundî dikuştin.

Fermandar û Gerîlayên Azadiyê, piştî nîqaşek mezin, biryar dan ku li herêmên Karataş, Goman, Oremar, Şîtaza, Kanî Orê, Çelê, bi çalekiyan biçin ser qereqolên dagirkeriyê û li ser hemûyan serwer bûn.

Yek ji çalakiyan li dijî qereqola Harûna, yan di navbera Şemzînan û Geverê pêkhat.

Gerîla bi pêşengiya fermandar Reşîd Serdar û Çîçek Botan, bi taktîka, “lêbide û lê bimîne” li dijî qereqola Haruna çalekî kirin, qereqol zemt kirin.

Gerîllayên tevlî vê çalakiya dîrokî bûn, şehadet dan pêşiya xwe; Ji bakur, Gerilla Ekîn Amed, Cûma Goyî, Aşîkar Bagok, Ji Rojhilat, Mordem Avaşîn, Newal Sîdar û Çirav Ûrmiye, Ji Başûr, Karwan Gabar, Ji Rojava Dinya Tilebyad bûn.

Gerilla saet di 15.00an de, ji 2 baskan ve çalekî kirin û di nava 1 deqîqeyê de cihê nobetê û çeperên nêzî wê têkbirin û ketin nava qereqolê.

Di nava 5 deqîqeyan de hemû qereqol, koxûş û gazîno bi dest xistin, 20 deqîqeyan li nava qereqolê lêgerîn kirin, 2 tank û panzerek jî îmha kirin.

Di çalakiyê de 60 leşker hatin ceza kirin.

Gerilla Ekîn Amed, Dinya Tilebyad, Newal Sîdar, Çirav Ûrmiyê, Karwan Gabar, Cûma Goyî, Aşîkar Bagok û Mordem Avaşîn şehîd bûn.

Gerîlayên ev çalakiya dîrokî kirin, ji bo dawî li dagirkeriya li ser Kurdistanê bînin û ji bo siberoja azad a gelê Kurd canê xwe feda kirin.