Navenda ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan û êrişên artêş tirk de daxuyanî da.
Li gorî wê, gerîlayên HPG-YJA starê li dijî artêşa tirk li herêma rojavayê Zapê ya şehîd Delîl li qada berxwedanê ya Girê Cûdî 14’ê îlonê 12 çalakî li darxistin, 5 ji wan ji aliyê Hêzên YJA Starê ve pêkhat.
Gerîlayên YJA Starê berdestê sibê, bi çekên giran çalakî li darxistin, 4 çeperên dijmin derb xwarin.
Gerîlayên HPG û YJA Starê bi çekên giran 2 çalakî çalakî li darxistin, derb li 2 çeperên dijmin dan.
Hêzên YJA Starê êvarî ketin tevgerê bi şêwazê sûîkastê li dijmin dan, dagirkerek cezakirin.
Piştî wê bi 15 deqeyan gerîlayan bi çekên giran li çepera dijmin dan.
Hêzên YJA starê li qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, bi çekên giran 6 caran dest li helîkopterên dijmin werdan ku, dixwestin leşkeran danin qadê.
Gerîlayan, bi şêwazê sûîkastê çalakiyek din kirin, dagirkerek hat cezakirin.
Li Girê Amediyê jî gerîla ketin tevgerê û derb li dijmin dan.
Gerîla li dijî dagirkerên ku, xwestin li qadê bi cih bibin û alavên leşkerî bibin qadê çalakî kirin, tevgera dijmin dan rawestandin.
Hêzên HPG’ê 12 caran bi çekên giran li dijî çalakî li darxistin ku, hewildan li qadê bicih bibin.
Gerîlayên YJA Starê jî li heman qadê li dijî dagirkerên xwestin li qadê bicih bibin çalakî lidarxistin.
Li dijî dagirkerên ku kozik çêdikirin, gerîlayan çalakî li darxistin, leşkerek hat cezakirin.
Danê êvarî jî gerîlayan 2 çalakî li darxistin.
Saet 18:20’an de gerîlayan bi çekên giran li dijî dagirkerên xwestin li girê Amediyê bibih çalakî kirin.
Hêzên YJA starê jî, çalakiya êrîşê pêkanîn, bi çekên ferdî û bombebeyan çûn ser dijmin, dagirkerek hat cezakirin.
Li herêma Metînayê jî gerîlayan 14’ê îlonê li hemberî helîkoptera li ser qadê difkira destwerdan kirin. Derb li 2 helîkopterên êrişê xistin, helîkopterên derb xwarin, neçar man ji qadê dûr bikevin.
HPG’ê derbarê êrişên dewleta Tirk de jî wiha got:
Balafirên şer, 13 û 14’ê Îlonê li Garê qadên Xêrê û Girê Zengilê 3 caran, 14 û 15’ê Îlonê helîkopterên êirşî herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û herêma Metînayê bombekir.
Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.