Hate ragihandin, gerîlayên HPG’ê şeva 25’ê Tîrmehê li leşkerên Tirk ên li bejahiya navçeya Çelê ya Colemêrgê xistin.

i gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, gerîla şeva 25’ê Tîrmehê li çeper û baregehên artêşa Tirk a li girê Xeregolê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê xistin.

Tê gotin ku gelek leşkerên Tirk hatine kuştin û birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê mijarê de hîn daxuyaniyek neweşandiye.