Gerîlayên HPG’ê li Girê Lêlkanê yê Başûrê Kurdistanê ketin nav çeperên leşkerên Tirk. Di şer de 8 leşkerên Tirk hatin kuştin. Gerîla dîmenên çalakiyê bi kamerayan kişandin.
Dîmenên çalakiya 22’ê Cotmehê ya Girê Lêlkan yê herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê ji aliyê Gerîla TV ve hatin weşandin.
Gerîlayên HPG-YjaStar’ê bi dizî li dijî çeperên leşkerên Tirk ên li Girê Lêlîkan yê Başûrê Kurdistanê çalakî pêk anîn.
Hêzên gerîla dema nêzî çeperên dijmin dibin, destpêkê bombeya dest diavêjin û piştre bi çeka kalaşnîkof li leşkeran dixe. Di heman demê de kameraya li ser serê gerîlayan jî dîmenan qeyd dike.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyê de serpelek jî di nav de bi giştî 8 leşker hatine kuştin û gelek çek jî hatine desteserkirin.