HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çalakiyên sekvaniyê yên li herêma Zapê de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

Di 28’ê Îlonê de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 caran bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
Di çalakiya sekvaniyê de jî 3 dagirker hatin cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên HPG û YJA Starê ve hatin kirin.

28’ê Îlonê jî li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

27’ê Îlonê li herêma Metînayê 4 caran bi dronên bombe û teqemenî barkirî li tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê êrîş hate kirin.

28’ê Îlonê saet di 15:20 û 16:40’î de li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 4 caran bi droneyên teqemenî barkirî bombe li tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate barandin.

Hêzên me 3 caran dest li van dronan werdan.

ÊrîŞên artêşa Tirk a dagirker;

28’ê Îlonê Qada Girê Hîwa ya herêma Qendîlê carekê bi balafirên şer hate bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metînayê bi topan hatin bombekirin.”