Gerîlayên YJA Starê diyar kirin gerîla bi jiyandina ruhê Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş û Zîlanan re bi biryar e ku êrîşên qirkirinê ya li ser gelê Kurd têk bibe.
Gerîlayên YJA Starê yên ku di nava Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabur’ê de cîh digrin salvegera PKK’ ya 44’emîn di çeperên şer de pêşwazî dikin. Gerîlayên jin yên ku rojane li dijî dewleta Tirk a dagirker di nava çalakiyan de ne diyar kirin ku çawa Rêber Apo di avakirina PKK’ê de bibiryar bû gerîla jî wek milîtanên xeta PKK’ê, xwedî biryar in ku bigihîjin zaferê.
‘PKK JI BO AZADIYA MIROVAHIYÊ ŞER DIKE’
Gerîlaya YJA Starê Dîren Sema diyar kir ku gerîla di xeta PKK a fedayibûnê de her roja diçe hîn bihêztir dibe û derb li pergalên qirker dide û got “PKK ji nû ve vejîna gelê Kurd e. Em gerîlayên jin di nava PKK’ê de bi armanca azadiyê têdikoşin. Em ê bi pêngavên şoreşgerî ve dijminê xwînxar têk bibin. Em hêzên YJA Starê di çeperên şer de bi ruhê Kemal Pîr, Sarayan û wek şervanên Bargiran, Esmer û Zelalan şer dikin. PKK tevgereke azadîxwaz e û ji bo mirovahiyê şer dike. Azadiya jin û azadiya welat di doza PKK’ê de esas e. Em ji bo tevahiya gelên bindest şer dikin. Ji ber vê niha PKK di cîhanê de tê nasîn. Em di vê biryardariyê de ne, dagirkeriya ku li ser axa me tê meşandin ji holê rabikin. Li serê çiyayên azad de emê bi gelên xwe re rojên azad bijîn.”
‘PKK VÎNA TÊKOŞÎNÊ BI JINÊ RE ÇÊKIR
Ji gerîlayên YJA Star’ê Solîn Ararat diyar kir ku milîtanên Apoyî yên di nava PKK’ê de şer dikin ji bo parastina xeta azadiyê berdêl çi dibe bila bibe ew ê li ber xwe bidin û wiha berdewam kir: “27’ê Mijdarê ji hemû gelên Rojhilata Navîn û tevahiya jinan re pîroz dikin. PKK tevgereke gerdûnî û dîrokî ye. Tevahiya gelên Rojhilata Navîn taybetî jî gelê Kurd ji xewa mirinê rakir û xist xwedan hebûn. Taybetî jî wek jin bû sedem ku jin bikeve lêgera azadiyê û berê xwe bide çiyayên azad. Jin di xeta PKK’ê de nasnameya xwe a azadiyê nas kir û ji bo azadiya xwe bû xwedan vîna têkoşîn kirinê. Em wek hêzên YJA Starê bi ruhê 27’ê Mijdarê ve têkoşîna xwe berdewam dikin. Him wek gerîlayên jin him jî gerîlayên HPG’ê di hemû kêliyên jiyana xwe de hewl didin ku ruhê PKK’ê bidin jiyan. Em di wê hewldanê de ne ku ruhê Sara û Kemalan her tim bijîn. Wek gerîlayên pispor yên HPG û YJA Starê em di vê îddayê de ne ku di pêngavên Cenga Xabur û Bazên Zagrosê de bi ruhê 27’ê Mijdarê re biçin ser dijminê xwe û binkeftinek dîrokî bi wan bidin jiyan kirin.”
‘HETA SERKEFTINÊ EMÊ EMÊ TÊKOŞÎNÊ HÎN GEŞTIR BIKIN’
Gerîla Axîn Gabar bal kişand hêza nekeftî ya PKK’ê û got “PKK di cîhanê de nûbûnekî da ava kirin. Lewra Rêber Apo azadiya jin kir bingeha PKK û serî de girîngî da têkoşîna jinan. Di nava ti artêşekî de jin wekî ku di nava PKK’ê de xwedî artêş, xwedî birdoziya azadiyê be nîne lê Serok Apo vêya di nava PKK’ê de ava kir. Di sala nû ya partiya me de armanca me serkeftin e. Wek YJA Star îdda me heta dawî xwedî ked, xeta azadiyê û felsefeya Rêber Apo derketin e. Çawa ku Serokatî vê xetê teslîmê jinan kir, em jî xeta azadiyê berdewam bikin, xwedî lê derkevin. Erka esasîn ya YJA Star’ê jî xwedî li Rêber Apo derketin û ji bo azadiya wî a fîzîkî şer kirin e lewra Serokatî ev jiyana bedew ya li serê çiyayan de diyarî me kir. Emê jî heta dawî wek milîtanên wî di xeta azadiyê de têbikoşin.”