Gerîlayên ciwan yên YJA Starê Bêrîtan Havîn û Zeyneb Cudî, ji ajansa ANFê re axivîin û gotin: Em dixwazin xwe bigihînin asta heqîqeta Rêber Apo. Rêber Apo em kirin xwebûn.

Gerîla Bêrîtan got; Rêber Apo, ji bo tevahiya mirovaniyê bingehek dîrokî û civakî avakiriye. Ev bingeh vejîneke nû ye û derfetên guhertinê ne, bi taybetî ji bo jinê ev derfet afirandine. Bi saya Rêber Apo jin dikare xwe ji rewşa heyî rizgar bike. Rêber Apo jin kire çavkaniya esasî ya jiyanê.

Bêguman ruxandina koletiya jinê wê ne hêsan be. Ne wisa hêsane ku ew qalibên koletiyê bi hêsanî werin şikandin. Ev jî têkoşîn û dem jê re divê. Bi avakirina partiyê û berhemên Rêber Apo re, di milê bîrdozî, felsefîk û dahûrînên ku derbarê jin û civakê de pêşxistiye, îlhamek daye civakê. Esas mirov dikare bêje bi vê re weke jin kete ferqa hebûn û xwebûna xwe.

Gerîla Zeyneb Cûdî jî got ; Zarokên Kurd bi nîşaneya serketinê û bi gotina Rêber Apo re dest bi jiyanê dikin. Her zarokên Kurd dema ku çavên xwe li cîhanê vedike, bi tilîliyên serketinê û bi diruşmeya Rêber Apo mezin dibe.

Dema em zarok bûn, me navê Rêber Apo dibihîst, me dîmenên wî me didît û kelecanekî em digirtin. Îro jî, em bi felesef û fikrên wêî têkoşînê dikin. Rêber Apo dibistanek jiyanî ye. Bi rastî Rêber Apo em fêrî xwe kirin, em kirin ya xwe, em kirin xwebûn.

Gerilla Zeyneb Cudî, destnîşan kir ku ew Rêber Apo, di aliyê fizîkî de nagirin dest. Rêber Apo baweriyek e, felsefeyek e, zanisteke. Ev jî ji bo me jinan nexşeriya jiyanê ye.

Rêber Apo, ‘Xwe gihandina Nîrvana’. Em jî kengî gihîştin wê, wê demê em dikarin bêjin, me xwe gihandiye hevaltiya rast a bi Rêber Apo. Ev yek wê bihêle ku em rastir di riya Rêber Apo de bimeşin û pênaseya wê bikin.

Bêguman em hîna di destpêka rê de ne û em li ser vê riyê dimeşin.”