Hevseroka KESK’ê Aysûn Gezen diyar kir ku desthilatdarî “şewbê” ji bo xwe weke firsendekê dibîne, hewl dide pê lêgerîna li maf bitepisîne û HDP’ê terorîze bike.

Hevseroka Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Aysûn Gezen têkildarî “Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê” ya HDP’ê ji ANF’ê re axivî.

Gezen diyar kir ku desthilatdarî bi bahaneya şewbê hewl dide lêgerîna karker û sendîkayan a ji bo mafên xwe asteng bike û herî dawî bi heman bahaneyê astengî derxist pêşiya meşa HDP’ê. Gezen ragihand ku desthilatdarî li dijî vê nexweşiya ku bûye sedema mirina mirovan û rê li ber fikarên meizn vekiriye tevdîrên cidî wernegirtiye û got, “Tevdîr ne li dijî şewbê ne, tevdîr li dijî lêgerîna li mafên demokratîk e.”

Gezen diyar kir ku hikumet bi ‘firsenda’ şewbê guhertinên qanûnî kiriye ku bi vî rengî dixwaze mafên dmeokratîk hebûyan ji holê rake û ji bo vê yekê jî guhertina dixwaze li Qanûnên Hilbijartinê û Partiyên Siyasî bike, weke mînak nîşan da.

Gezen got, “Dixwazin Meclîsê bikin devereke ku bi dengekî tenê ye. Naxwazin ji bilî dengê xwe dengê kesekî din bibihîzin, naxwazin tiştekî din bê axaftin. Divê mirov êrişên li ser HDP’ê jî di vê çarçoveyê de binirxînin. Ji xwe hûn dibînin ku li meclîsê çend partî mane ku mûxalefetê dikin û ji bo civakê diaxivin.”

MAFÊ BI MILYONAN HILBIJÊRÎ HATE DESTESERKIRIN

Gezen anî ziman ku desthilatdarî hewl dide zemîna demokratîk bi temamî bigire, bi vê armancê jî mafê bi milyonan hilbijêran desteser kiriye û got, “Nepêkane ku mirov van kiryarên antî demokratîk qebûl bikin. Li şûna ku zemînê siyaseta demokratîk û qanûnî bê vekirin, nîqaşên cemaweriyê bêhtir bên kirin û ji bo vekirina rêya demokratîkbûnê gelek gav bên avêtin, em dibînin ku meyleke berevajî vê heye. Êrişa li ser HDP’ê beşek ji polîtîkaya otorîterbûnê, navendîbûnê û dijminatiya li kedê ye.”

‘ÊRIŞÊ DIBE SER DESTKETIYÊN JINAN’

Hevseroka KESK’ê Aysûn Gezen diyar kir ku êrişên li ser HDP’ê û polîtîkayên li dijî jinan ji hev cuda nînin û got, “Yek ji sedemên herî girîng ên êrişên AKP’ê jî ew e ku azadiya jinê wê îdeolojiya wan têk bibe. Ji ber vê yekê bi rengekî giran êrişê dibin ser destketiyên jinan.”