Êvara Dûşemê li paytext Viyanayê çekdarekê 4 kes qetil kir û piştre ji aliyê polîsan ve hate kuştin.

Hema piştî êrîşê nasnameya êrîşkar û girêdanbûna wî hatibû tesbîtkirin. 2 kesên girêdanbûna wan bi Kûtjîm Fejzûlaî ê ji Makedonyaya Bakur re heyî li Swîsreyê hatin destgîrkirin, li Elmanyayê jî di ser malan de girtin.

Li bajarên Osnabruck, Kassel û li navçeya Pînneberg a nêzî Hambûrgê li hinek mal û şirketan lêgerîn hatin kirin.

Di vê operasyonê de 4 kesên bi guman ku girêdanbûna wan bi êrîşkar re heyî kirin armanc. Li gorî daxuyaniya ji aliyê Ofîsa Federal a Polîsên Krîmînal ve hatî kirin, diyar kirin ku hîna ti nîşaneyek nine ku her çar kes tevlî êrîşê bûne yan ne, lê difikirin ku peywendiyên wan bi êrîşkar re hene.

Ji roja Dûşemê hetanî niha li Ewûstûryayê ji derdorên îslamiyên redîkal 15 kes hatine destgîrkirin. Dozgeriyê ji bo 8 kes ji vana biryara dewama destgîrkirinê da. Dozgeriya Ewûstûryayê diyar kir ku kesên mijara gotinê “girêdanbûna wan a bi komek terorîst an jî rêxistinek xwedî sûc an jî di berjewendiyên wan de ne, xwedî gumanên bi hêz in.”