Ahmet Akbalik ê li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê, bi telefonê li malbata xwe geriya û got: “Ev 3 rojin îşkenceyek giran li em dikin, hemû canê wan hişîn û reş bûye. Ji ber îşkenceyê hin hevalên me yên rewşa wan pir xerab hene û tu ewlekariya canê me nemaye.”
Girtîgeha Tîpa T a Duzce ya bi kiryarên xerab û îşkeceya li dijî 32 girtî û hikûmxarên siyasî ket rojevê, girtiyê binavê Ahmet Akbalik ê li girtîgehê dimîne, di telefonê de rewşa girtîgehê û îşkenceya li ser wan tê kirin ji malbata xwe re vegot. Akbalik, bi xwişka xwe Dîlek Akbalik re axivî û got: “Bi hinceta hejmara li ser piyan nedayînê 3 rojin rayedarên girtîgehê îşkencê li me dikin û ewlekariya canê me dibin gefên kuştinê deye.”
Dîlek Akbalik, a bi birayê xwe re hedîtin kir, da zanîn ku birayê wê jêre gotiye midûrek nû hatiye girtîgehê û wiha axivî: “Midûr rojên wan ên telefonê guhertiye. Birayê min hefteyekê roja Înê geriya û ji min re got ‘Cihê me guhertin, êdî ezê rojên Sêşemê li we bigerim.’ Birayê min dû hefte şûn de rojên Sêşemê li me geriye. Lê vê Sêşemê li me negeriya. Li ser vê yekê em li girtîgehê geriya û rayedarên girtîgehê ji me re gotin ‘Cihê girtiyan hatiye guhertin. Derbarê mijarê de agahiyek zelal tuneye. Ger dusibe biaxivin dê agahiyek zelal bidin we.’ Xaleta min dusibe şûn de li girtîgehê geriya, lê rayedarên girtîgehê dîsan gotin cihê girtiyan hatiye guhertin, dê dinavbera du sê rojan de bi malbatên xwe re biaxivîn.”
‘3 ROJAN EM DIBIN ÎŞKENCEYÊ DENE, LI ME DIXIN’
Dîlek Akbalik, anî ziman ku birayê wê Ahmet di saeta 16.00’ê 28’ê Îlona 2018’an li wan geriya û wiha bilêv kir: “Ji min xwest ez dengê wî qeyd bikim. Min çawan telefon vekir ji min re got ‘Dengê min qeyd bike.’ Min jê pirsa ‘Ahmet çi dibe, ev çend rojin tu li ku dereyî kir?’ Dîsan got ‘Ev 3 rojin em dibin îşkenceyê dene, li me dixin. Midûrê nû hatî girtîgehê kiryarên keyfî bi me dike. Di hejmarên serê sibê û şevê de lêdanê li me dikin. Ji ber îşkece û lêdana li me tê kirin, guhekê min nabihîse, pişta min sist bûye û hemû laşê min şîn û reş bûne. Hevalên min ên rewşa wan pir xerab bûne hene.’ Vê carê min pirsa ‘Ma we nabin revîrê?’ kir. Ji ber ku ez giriyan, birayê min got ‘Me dibin revîrê.’ Lê ez bawer nakim ku wan biribin revîrê. Derbarê jiyana birêmin de fikar û gumanên me hene.”
‘BILA HAYÊ WE JI ME HEBE!’
Ahmet Akbalik ê bi xwişra xwe re axivî, ev tişt dubare kirin: “Rewşa gelek hevalên me nebaşe. Em kirin qawîşên cuda. Em agahiyê ji hev nagirin. Tu ewlekariya jiyana me tuneye. Dibe ku di her kêliyê de me bikujin û sîrgûn bikin. Bila hayê we ji me hebe.”
‘HÛN ÇIMA ÎŞKECÊ BI WAN DIKIN?’
Xwişk Dîlek Akbalik, bertek nîşanî îşkenceya li girtiyan hatî kirin da û wiha dawiya li axaftina xwe anî: “Gelo çima bi awayekê kefyî îşkencê li birayê min û hevalên wî dikin? Hilawistina Fîlîstînî û odeyên singer îçar çine? Birayê min bi zorê radibe û rûdin e. Bav û dayika min pir û kalin. Ew jî nexweş ketine. Ez ji raya giştî dixwazim ku bi hestiyar tevbigerin.”
Dîlek Akbalik, di 29’ê Îlonê de serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê da û alîkariya hiqûqî xwest.
Çavkanî: Ajansa MEZOPOTAMYA