Girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê diyar kirin ku di dema şewbê de zexta li ser wan zêde bûye û ragihandin, ku ji bo hişyarkirinê wê dest bi çalakiyan bikin.
Sema Mazlûm bi navê girtiyan nameyek şand û diyar kir, di vê dema şewbê de ku desthilatdariya AKP-MHP’ê dixwaze ji bo xwe weke firsendekê bi kar bîne, ew di nava lepên mirinê de hatine hiştin û êdî li dijî vê yekê wê dest bi çalakiyên hişyarikirinê bikin. Mazlûm diyar kir ku ew li bendê ne li derve jî bi çalakiyan piştgirî ji wan re bê dayin.
Di nameya Sema Mazlûm de ku bi navê girtiyan şand, piştî tespîtên têkildarî şewba global işaret bi armanca sîstemê hate kirin. Di nameyê de hate ragihandin ku sîstem ji bo dirêjkirina temenê xwe şewbê weke amûrekê bi kar tîne û hate gotin, di nava atmosfera tirsê de ya ku hatiye afirandin, gel li malên xwe hatiye asêkirin, mûxalefeta civakî hatiye bêdengkirin; rejîmên zordar bêhtir otorîter bûne, civak jî hîn bêhtir kirina hewcedarê dewletê û girtîgeheke civakî hatiye afirandin.
ZEXT Û TECRÎD ZÊDE BÛ
Di dewama nameyê de hate ragihandin ku yek ji desthilatdariyên dixwaze vê atmosferê ji bo xwe weke firsendekê bi kar bîne desthilatdariya AKP-MHP’ê ye.
Di nameyê de hate destnîşankirin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li ber têkçûnê ye, bi vî rengî hewl dide temenê xwe dirêj bike û hate gotin, “Tevdîrên li dijî vîrûsê hatine wergirtin weke hincetekê tên nîşandan û dixwazin azadiyê ji holê rakin. Ev tevdîrên zext û zordar li dijî girtiyên li zindanan jî tên bikaranîn. Bi bahaneya vîrûsa koronayê derfetên me yên ragihandinê hatine bisînorkirin û zext û tecrîd zêde bûne.
DERFETÊN TEDAWIYÊ JI HOLÊ HATIN RAKIRIN
Ji wê jî girîngtir, derfetên tedawiyê yên hevalên me yên nexweş ji holê hatine rakirin. Ji ber vê yekê jî hevalên me Sabrî Kaya û Vefa Kartal di vê pêvajoyê de li pey hev şehîd bûn. Gelek hevalên me yên nexweş hene ku rewşa wan cihê fikaran e. Vîrûsa koronayê û tevdîrên ji ber vê yekê hatine girtin jiyana hevalên me xistiye rewşeke metirsîdar. Di demeke wiha de desthilatdariya AKP-MHP’ê paketeke înfazê li Meclîsê amade kir. Bi vê paketê re desthilatdariyê hin girtî neqand û ew berda. Yên ku hatin berdan lîderên çeteyan, tecawizkar bûn. Bi paketa înfazê re qanûna xwe ya qirkirinê mezin kirin.
DI NAVA LEPÊN MIRINÊ DE HATIN HIŞTIN
Bi vê paketê re tecrîd, pêkanînê kêfî û zordar ên li zindanan zêde bûn. Girtiyên siyasî bi taybetî jî girtiyên Kurd di nava lepên mirinê de hatin hiştin. Ev paket niha ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve tê lêkolîn û ji bo paket li gorî pîvana wekheviyê ya destûra bingehîn bi cih bê anîn, divê zext li vê dadgehê bê kirin. Ji ber ku rejîmên otorîter bi bahaneya vîrûsa koronayê kiryarên xwe yên zordar li girtîgehan û li derve mayinde kirine, em bi fikar in.
ÇALAKIYÊN HIŞYARKIRINÊ YÊN RÊXISTINÎ
Girtiyên şoreşger di her şert û mercî de zanîbûn li ber xwe bidin, zanin li ber xwe bidin. Em ê ti carî hêviyê ji desthilatdaran nekin. Lê belê bi rêbazên şerê taybet pîvana wekheviyê ya destûra bingehîn nehate bicihanîn, çete hatin berdan, yên mayî jî mehkûmî mirinê hatin kirin; em vê qebûl nakin. Eger ji ber vîrûsa koronayê tiştek bi serê hevalek me bê divê bê zanîn ku em ê ti carî bêdeng nemînin. Ji ber vê yekê jî em dixwazin ragihînin ku ji bo hişyarkirinê em ê li zindanan dest bi hin çalakiyan bikin. Girîng e ti hevaleke/î me bi serê xwe çalakiyê neke, nêzîkatiyeke rêxistinî wê hêza serketinê biafirîne. Bi meha Hezîranê re wê hefteya destpêkê bi rêk û pêk ji Neteweyên Yekbûyî, Rêxistina Efûyê, ÎHD; Serokatiya Meclîsê, Wezareta Edaletê û Serokkomariyê re name daxwazname bên nivîsandin. Piştre jî wê çalakiyên wernegirtina karavana û qîrîna dirûşman bên kirin.
JI DERVE PIŞTGIRIYÊ BIDIN
ji bo van çalakiyên me yên hişyarkirinê, eger li derve malbat û hêzên hestiyar daxuyaniyên çapemeniyê bidin, li pêşiya Dadgeha Destûra Bingehîn çalakiya rûniştinê bikin û kolanan veguherînin qada berxwedanê wê ev yek hêza me xurtir bike. Em di wê baweriyê de ne ku malbatên me, gelê me yê welatparêz û hêzên demokratîk, dostên me, mirovên xwedî wijdan wê bi sekna xwe ya exlaqî û pratîkî li pêşberî kiryarên qirker ên li zindanan bêdeng nemînin, bibin dengê berxwedanê. Em sersaxiyê ji malbatên hevalên xwe yên Sabrî Kaya û Vefa Kartal re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê xwedî li bîranînên wan derkevin.”