Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Amedê ji ber ku girtiyan rojname jihevre şandine, rastî cezayê disiplînê hatin. Li dijî vê yekê jî girtiyan xwestin ku parastina xwe bi devkî û bi zimanê kurdî bikin. Lê rêveberiya girtîgehê ev yek red kir û di girteka xwe de wiha got: “Dixwazin ku bi zimanê ku nayê fêmkirin îfade bidin.”
Di 30’ê tîrmeha 2018’an de li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Amedê, girtiyên qawîşa A-5, rojnameya di destê xwe de li hev badan û ji bo hevalên wan bixwînin avêtin hewşa qawîşa cîran (A-4). Lê Rojname di têla navbera hewşan de aliqî û li hewa ma. Dema girtiyên qawîşa A-4 hewl dan rojnameyê ji nava têlan derxînin, cîhaza sensora hişyariyê ket tevgerê û li ser vê yekê gardiyanên înfaz û parastinê yên îdareya girtîgehê bi ser qawîşên A-4 û A-5’an de girtin.
Der barê girtiyan de lêpirsîn dan desptêkirin
Li gorî girteka di 30’ê tîrmehê ya Serokatiya Lijneya Disiplînê ya Girtîgehê der barê girtiyên qawîşa A-4’an Osman Ozum, Ercan Tunç, Nurullah Çîftçî, Nurî Keleş, Abdurezzak Şimşek, Lokman Akbaba, Necatî Çepik, Mehmet Polat, Aydin Altıg, Recep Bal, Yahya Fîdan, Şukru Gokturk, Ramazan Algan, Nevzat Tedîk, Mehmet Aylak û Veysel Guntin de lêpirsîn da destpêkirin.
Nehêlan ku bi kurdî parastina xwe bikin
Lijneya Disiplînê di 1’ê tebaxê de ji girtiyan ji bo parastina nivîskî, nivîs ji girtiyan re şand. Lê 16 girtiyan xwest parastinê xwe bi devkî bikin û daxwazname dan rêveberiyê. Li ser ve yekê rêveberiyê Guntin û Altig ji bo îfadeya wan bistîne birin Serokatiya Lijneya Disiplînê. Guntîn û Altig ku xwestin bi kurdî parastin bikin, rayedaran xwestin bi nîzama leşkerî îfade bidin. Lê ji ber ku 2 girtiyan ev rewş qebûl nekir, beyî îfadeya girtiyan bistîne ew dîsa şandin qawîşê.
Ji lijneya disiplînê îfadeyên sosret
Serokatiya Lijneya Disiplînê piştre der barê 16 girtiyên ku îfadeya wan negirtî de bi sedema ‘ketine nava tevgerên ne guncav û komî bûne’ mehek cezayê xizmeta civakî li girtiyan birî. Lijneya Disiplînê ji bo 2 girtiyên ku xwestin bi kurdî îfade bidin jî bi gotina ‘Dê îfadeya xwe bi zimanê ku nayê fêmkirin bidin’ derbasî girtekê kirin.