Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di daxuyaniya xwe de diyar kir ku girtina buroyên Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, nakeve xizmeta yekitiya Kurdistanê û her wiha nakeve xizmeta rêveberiya başûrê Kurdistanê jî.

Li ser biryara ku Hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo girtina buroyên Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê da, Meclisa Giştî ya PYD’ê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya PYD’ê wiha ye:

“Di van deman de Rojhilata Navîn û bi taybet Kurdistan di guhertinên bingehîn re derbas dibin. Divê van guhertinan, bi awayekî baş û li gorî xizmet û aramiya herêmê bêyî ku em bikevin nava hev, em lê nêz bibin.

Rola gelê Kurd di têkbirina terorê û reformên herêma Rojhilata Navîn de, li hemû cîhanê deng veda û hîna jî wiha ye. Kurdan di herêmê de karî ew dogmayên ku di zîhniyeta gel de hatibûn çandin, bi hêz û vîna xwe rakin. Lewre ger nêrîna me li bûyerên ku tên serê Kurdan teng be û her parçeyek ji Kurdistanê li gorî berjewendiyên xwe yên nekurdewarî tev bigere, em ê nekarin li hember komployan li ber xwe bidin.

Di demekê de ku komplo ji aliyê hêzên herêmî ve li ser Kurdan tên kirin, lidarxsitina kongreya niştîmanî ya Kurdistanê pir girîng e. Hemû pêşketin dihêlin ku yekitiya niştîmanî ya kurdî pêk were. Divê bi pêkanîna yekitiya niştîmanî hemû komplo pûç bibin, li ser vî esasî divê hemû partî, kom û kesayetên niştîmanî bi rihekî berpirsyar nêz bibin. Ji bo wê girtina buroyên Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ji aliye Hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê ve, alîkariya yekitiya Kurdistanê nake. Çi sedem dibin, divê Kurd pirsgirêkên xwe bi rêyên siyasî çareser bikin.

Em wek PYD, diyar dikin ku girtina buroyên Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê xizmeta yekitiya Kurdistanê û gelê me nake, her wiha xizmeta rêveberiya başûrê Kurdistanê jî nake.  Em bang dikin ku bi zimanê diyalog û rêyên siyasî pêk bînin û berjewendiyên niştîmanî yên Kurdistanê li ser her tiştî bibînin.”