Heyv ji ber tîrêjên Rojê dibiriqîne. Dema ku Cîhan dikeve navbera wê û Rojê, hingî Heyv tê girtin.

Girtina Heyvê ya îro, wê ya herî demdirêj a sedsala 21’ê be. Tê gotin ku Heyv wê saetekê, 42 deqeyan û 59 saniyeyan girtî be. Destpêkirin û bidawîbûna girtina Heyvê jî wê bi temamî 5 saet û 58 deqe be.

Di vê cara girtina Heyvê de ji ber ku ‘gerstêrka sor’ Mars nêzî cîhanê ye, Heyv wê vê carê sor xuya bike. Lewma ji girtina vê carê ya Heyvê re ‘Girtina Heyvê ya bi Xwîn’ jî tê gotin.

Girtina Heyvê wê li gorî dema Kurdistanê saet 20:14’an dest pê bike û pêvajoya girtina tam wê 22:30’î dest pê bike. Girtina bi temamî wê saet 23:21’ê pêk were û heta 28’ê Tîrmehê saet 00:13’an dewam bike. Siya girtinê jî wê heta saet 02:12’an bidome.