Çalakiya girtiyan a di çarçoveya kampanyaya “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” didome.

Girtî dadgehan boykot dikin, dernakevin hevdîtinan û bi telefonan naxivin.

Sariye Taşkesen di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî” li zindana Sîncanê ya Enqerê di çalakiyê de ye.

Çima tevlî çalakiyê bû ye bi nameyeke ji ajansa mezopotamyayê re şandî û vedibêje.

Rêbertiya me Rêberê gelekî ye. Ew kesayeteke ku şopa xwe li cîhanê hiştiye. Ji ber fikrên wî li cîhanê belav bû ye.

Îro li seranserî cîhanê, fîlozof jî di nav de azadiya Rêber Apo dixwazin.

Ji ber wê em pêkanînên siyasî û eyfî yên dewletê red dikin.

Divê Rêber Apo demildest bi parêzer, malbat parlementer û saziyan re hevdîtinê bike.

Sariye Taşkesen, rola CPT’î jî bibîrdixe û dibêje; CPT’î ji bo berjewendiyên xwe berpirsyartiya xwe binpê dike.

Sariye Taşkesen, herî dawî bang li gelê kurd û kesên demokrat kir da ku li dora Rêber Apo bibin sîper û sûcê mirovahiyê tecrîdê ji holê rakin.