Li zêdeyî 100 girtîgehên li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bi sedan girtiyên siyasî ji 27’ê mijdara 2023’yan ve ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd di greva birçîbûnê ya bi dorveger de ne. Çalakî di roja 59’emîn de ye.

Saadeta Akin a tevî hevalên xwe Li Girtîgaha Jinan a Sîncanê di çalakiyê de ye, destnîşan kir, ji dîrokê heya niha hemû desthilat ji bo ku xwe li ser piya bigirin, çanda “bîatê” dane ferzkirin û ji bo vê jî rêbazên zor, derew û talanê bi kar anîne.

Û got:
“Grevên birçîbûnê di dîroka têkoşîna zindanan de xwedî ciheke taybet e. Helbet rêbazeke xwe gihandina heqîqetê ye û bi dijmin dide windakirin, diyarkirina rêbaza li gorî rihê dem û mekanê ye.

Daxwaza me ji gelê me, ji hemû gelen ku di têkoşîna demokrasi, azadî û mirovahiyê de cih girtine û ji kesan ev e; em li dora birêz Ocalan bibin xelek. Em rakirina tecrîdê û azadiya Abdullah Ocalan bixin navenda jiyana xwe. Ji ber wek gel û mirovahî pêdiviya me bi şewq û roniya Ocalan heye.

Li aliyê din, ESP jî li têkoşîna li dijî tecrîdê kete greva birçîbûnê

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo piştgiriya çalakiya girtiyan a ESP’ê ji bo 3 rojan dest pêk kir.

Çalakî li Stenbolê li gel çalakiya Nobeda Edaletê ya xizm û malbatên giritan pêk tê.

Serokê ESP’ê Deniz Aktaş, bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin vê têkoşînê û got: Wek ESP me dest bi greva birçîbûnê kir. Em hewl didin li bajarên din jî bidin destpêkirin. Bi rêbaza nobetê em ê hem greva birçîbûnê û hem jî Nobeta Edaletê çalakiya xwe pêk bînin. Di heman demê de, li kolanan meş û propagandeyê pêk bînin. Li kolanan em ê tecrîdê bînin ziman. Tevgera sosyalîst a çep, ronakbîr û her kes divê piştevaniya vê berxwedanê bike.