Girtiyên li Girtîgeha Bandirmayê ragihandin ku ji bo bidawîbûna tecrîdê ew amade ne her berdêlê bidin û gotin, “Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li berxwedanê derkevin û dengê xwe tevlî dengê me bikin.”
Girtiyên li Girtîgeha Hejmara 2 a Bandirma ya Balikesîrê ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 70 roj in di greva birçîbûnê de ne, ji ANF’ê re axivîn û li ser berxwedana xwe û rewşa li girtîgehê agahî dan.
Ji girtiyên çalakger Ekrem Gun li ser armanca têkoşîna xwe got, “Bêguman yek ji armancên girîng azadiya Rêberê me ye. Ji ber ku azadiya Rêbertî azadiya Kurdistanê ye. Armanca demdirêj a çalakiyê ev e, armanca demkurt jî bidawîbûna tecrîdkirina Rêbertî ye.”
Serdar Taşkin jî bi bîr xist ku Ocalan girtiyekî ji rêzê nîne û got, “Wî, civak, nirxên civakî û xeta azadiyê di şexsê xwe de gihandiye hev. Yanî ew hebûn e. Ji ber vê yekê dewlet di şexsê Rêbertî de civakê bi temamî tecrîd dike.”
Mîkaîl Mûngan destnîşan kir ku çalakiya wan çalakiyeke ji bo maf e û got, “Daxwaza me ew e ku dewleta Tirk li gorî qanûnên xwe tevbigere.”
Sîpan Karabûlût anî ziman ku armanc û sedema çalakiya wan êdî ji aliyê her kesî ve tê zanîn û ew dixwazin tecrîdê ji holê rakin, faşîzmê hilweşînin.
Înan Soylemez da xuyakirin ku tecrîd dewama komployê ye û got, “Bi tecrîdê re hewl didin gelê Kurd, îradeya gelan û paşeroja azad a mirovahiyê tengav bikin, bê nefes bihêlin. Divê her kes vê baş fêhm bike û li gorî vê yekê helwestê nîşan bide.”
REWŞA TENDURISTIYÊ YA ÇALAKGERAN
Li ser rewşa tenduristiyê ya çalakgeran Gun anî ziman ku bi her berxwedêrî re pirsgirêkên tenduristiyê rû dane, lê belê ev yek diyarker nîne.
Taşkin got, “Tenduristî û azadî bi hev re dibe. Dema mirov azad be hingî tenduristiya mirovan baş e. Bêguman hin pirsgirêkên fîzîkî rû didin. Lê ne girîng in.”
Mûngan diyar kir, serêşî, êşa mîdeyê û pirsgirêkên tenduristiyê yên mîna wan encameke ji rêzê ya berxwedanê ye û destnîşan kir, çi dibe bila bibe heta ku çalakî bi ser bikeve wê çalakiya xwe bidomînin.
Karabûlût bal kişand ser pirsgirêkên hesasbûna li pêşberî deng, bêxewmayin, êşa serî, kêmkirina kîlo, kêmbûna tansiyonê û hwd. û diyar kir, “Bi hêza ji hevalên xwe yên destpêkê werdigirin em bi biryardarî çalakiya xwe didomînin û nahêlin ku pirsgirêkên tenduristiyê li pêşiya me bibin asteng.”
MOTÎVASYONA JI BO ÇALAKIYÊ
Der barê motîvasyona çalakiyê de Ekrem Gun got, “Tinebûnê li me ferz dikin, lê em ancax bi berxwedanê dikarin hebûna xwe biparêzin. Bi vî rengî dikarin hebûna xwe bi wate bikin.”
Serdar Taşkin destnîşan kir ku mezinahiya armancê ji bo wan çavkaniya motîvasyonê ye.
Mîkaîl Mûngan bal kişand ser berxwedana 20 salan a li girava Îmraliyê û destnîşan kir ku motîvasyona wan a bingehîn li girava Îmraliyê ye.
Sîpan Karabûlût ragihand, çalakî û armanca çalakiyê wî motîve dike.
Sînan Soylemez jî got, “Rêberê me sedema hebûna me ye. Em hêz û manewiyata xwe ji Rêberê xwe, ji felsefe û paradîgmaya wî digirin. Rêbertî afirînerê jiyana azad û watedar e.”
BANG Û DAXWAZA JI GEL
Çalakgeran bang li gel kirin û xwestin xwedî li berxwedana wan derkevin. Ekrem Gun got, “Pirsgirêka bingehîn a vê serdemê azadkirina hebûna me ya dîrokî ye. Çalakiya me jî beşek ji vê hewldanê ye. Em li bendê ne ku gelê me bi tevlîbûn û biryardariyeke mezin xwedî li vê çalakiya azadiyê derkevin, dengê xwe tevlî dengê me bikin. Ji ber ku azadî bi tevlîbûna gel dibe. Bi vî rengî nebe wê timî kêm bimîne.”
Serdar Taşkin jî destnîşan kir ku berxwedan ruhek e, ruhê parçekirina tirsa ji faşîzmê ye û bang li her kesî kir ku vî ruhî baş fêhm bike û xwedî lê derkeve.
Mîkaîl Mûngan got, “Eger tê xwestin ku aştî, demokrasî, mafên mirovan ên bingehîn li welêt serdest be, divê gelên bindest bi xurtî xwedî li vê çalakiyê derkevin.”
Sîpan Karabûlût got, “Faşîzm dixwaze me di nava bêdengiyê de bifetisîne. Em jî mîna tilîliya Bêrîtan bibin deng li dijî vê bêdengiyê. Eger deng û qîrîna gelê me li pişta me be, em ê teqez bi ser bikevin.”
Însan Soylemez jî got, “Ji bo bidawîkirina tecrîdê û hilweşandina faşîzmê em li dora Rêberê xwe bicivin.”
Girtiyên berxwedêr herî dawî berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê yên li welat û derveyî welat silav kirin.