Girtiyên siyasî yên jin, ji Girtîgeha Jinan ya Sîncanê, nameyek ji CPTe re şiayndin û daxwaz kirin ku serlêdana lêkolînkirina girtîgehên Tirkiyê bike.
Jinan got; Mirinên li girtîgehên Tirkiyê de dewam dikin. Herî dawî di 30’ê Tebaxê de li Girtîgeha Erzinganê, Tîpa L, hevalê me Şakir Turan jiyana xwe ji dest da. Şakir Turan 70 salî bû û bi nexweşiya giran bû, tevî teşhîsa pençeşêrê jî ne hate berdan.
Saziya Tipa Edlî (ATK) jî, tevî teşhîsa pençeşêrê, rapor neday Turan û ew bi mirinê re rû hiştin. ATK’ê, saziya Tibbî ye lê polîtîk haraket dike.
Li gor rapora ÎHD’ê ya sala 2022an li girtîgehên Tirkiyê, herî kêm 81 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Derbarê van mirinan û mirinên bi guman de, lêkolîn nehatine kirin. Her mirina di bin kontrola dewlet û desthilatdariyê de kuştinek e. Ev girti, ji ber fikrên xwe yê yên siyasî û Kurd in, bi taybetî hedef têne girtin.
Jinan got; Sepanên nîjadperest û cihêkarî yên li dijî civaka Kurd, bi taybetî di girtîgehan de gihiştiye asta faşîzan.
Divê CPT, bi awayekî legzin biçe girtîgehên li Tirkiyê û lêkolînênan bike. Hingî wê bibîne ku, endamên Ergenekon, Hizbûllah, mafya, diz, tecawizkar, kesên hişbirê difiroşin tên berdan, lê girtiyên siyasî û Kurd, piştî 30 salî jî bi bahaneyên keyfî nayên berdan. Hejmara kesên ku bi awayekî keyfî û taloqkirinê nehatine berdan, 313 girtiyên siyasî û Kurd in.
Di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de 14 heva, 2 sal in divê bihatana berdan, lê hîna jî di girtîgehê de ne. 88 girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin. Divê CPT demildest bikeve nava tevgerê û heqîqeta li girtiyên Tirkiyê bibîne.
Jinan dazanîn ku, bi deh hezaran mirovên li girtîgehên Tirkiyê, bi pratîkên nîjadperest û faşîzan re rû bi rû dimînin. Bi zagona nû , mafê hêviyê yên girtiyan ji holê hatiye rakirin.
Daxwaz me ji CPTê ew e ku, demidlest werê Tirkiyê, li girtîgehan lêkolîn û lêpirsîne bike û encama derkete holê jî bi raya giştî re parvebike.