Îsmaîl Tanboga li Girtîgeha Amedê, tîpê T tê girtin, 23 salî ye û ji ber nexweşiyên cûda, laşê wî dihele û daketiye 30 kiloyî.
Îsamîl Tanboga di lîsteya İHDê ya nexweşên giran de ye û her diçe rewşa wî giran dibe.
Ismaîl Tanboga, li navçeya Şirnex Cizîrê, di dema ragihandina qedexeya derve de, sala 2015an, hîna 16 salî bû hate destgîrkirin û behaneya “kuştina mirovan” hate girtin û 4 caran bi cezayê muebeda giran hate ceza kirin.
Dayika Îsmaîl Kumriya Tanboga jî dazanîn ku, 8 sal in kurê wê girtî ye û got; Kurê min bi kansêra midê û gelek nexweşiyên din ketiye. Nikare xwarinê bixwe û her diçe laşê wî dihele, wek zarokan, tenê dikare mamayê bixe. Hevalên wî yên li qoxuşê arîkariya wî dikin.
Kurê min daketiye 30 kîloyî, di meha Îlonê de, 3 caran rakirin nexweşxanê. Bi vî rengî tedawî kirina wî çênabe, divê li mal bi awayekî baş û bi xwarinên taybet werê xwedî kirin, Eger ne ji hevalên wî bûya, niha miribû. Ev ne edalet e. Em bang li rayedaran dikin ku dengê me bihîzin û kurê min berdin.