Welatiyê bi Salman Yilidz di dema êrişa DAIŞ’ê ya li dijî bajarê Kobanê de ji bo piştevaniyê çûbû Kobanê. Di êrişeke DAIŞ’ê de ji serê xwe bi giranî birîndar bû û ji sedî 68 astengdar bû.

Yildiz birin Rihayê û 3 mehan hate tedawîkirin, beriya ku tedawî encam bide, hate girtin û birin Girtîgeha Tîpa M a Êlihê.

Piştî salekê hatibe tehliyekirin jî dadgeha cezayê giran a Êlihê di darizandina duyemîn de 7 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hate birîn.

Li ruxmî ku hê tedawî dibû, 5’ê sibata 2022’yan carek din hat girtin û birin girtîgeha Tîpa E ya Mûglayê û piştre jî sirgunî Girtîgeha Tîpa T a Menemenê kirin.

Salmlan Yildiz, di dema şerê Kobanê de travmaya şer jî derbas kir. Ji ber ku destê wî yê çepê û lingên wî ji hêzê ketine, pir bi zehmetî dimeşe û dimeşe.

Nexweşiya epîlepsî jî pê re heye û bi travmaya şer re girantir bû ye, nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe yên jiyanî pêk bîne.

Yildiz di hevdîtina telefonê ya 23’yê cotmehê de ji malbata xwe re pirsgirêkên li zindanê anîn ziman:

Salman Yildiz ji birayê xwe re got ku rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgiha Tîpa T ya Menemenê gelekî xerabe.

Ji bo bidawîbûna zextên li ser girtiyan, bang li rêxistinên mafên mirovan, hiqûqê û partiyên siyasî kir.