Ramazan Çeper, ji 16’ê Kanûnê ve li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê di greva birçîbûnê de ye. Ramazan Çeper li hucreya yek kesî bi cih kirine. Xwişka wî ku hefteya derbasbûyî serdana Çeper kir, diyar kir ku kekê wî êdî xwînê verdişe.

Yek ji girtiyên ku 130 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, Ramazan Çeper ê 38 salî ye. Çeper ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ye, xwînê verdişe û dema dimîze xwîn jê tê.

Ramazan Çeper bi nivîskariya xwe jî tê naskirin ku 9 pirtûkên wî hatine çapkirin. Xwişka wî Aysûn Çeper roja 19’ê Nîsanê çû serdana wî û ji ANF’ê re qala rewşa dawî ya kekê xwe kir. Çeper diyar kir, li pey hev cezayên dîsîplînê li kekê wê hatin birîn, lewma 2 meh bû nekarîbû bibîne. Çeper diyar kir kekê wê 20 kîlo li xwe kêm kiriye.

LI HUCREYA YEK KESÎ YE

Çeper anî ziman, kekê wê yek ji 35 girtiyên 16’ê Kanûnê dest bi greva birçîbûnê kiriye û 5 meh in li hucreya yek kesî tê hiştin. Li ser rewşa tenduristiyê ya kekê xwe Aysûn Çeper got, “Dema ku hat hevdîtina girtî, bi zorê dimeşiya, bedena wî gelekî lawaz bûbû, lê moralê wî baş bû. Got ku bi xwînê verdişe, dema dimîze xwîn jê tê, dilê wî gelekî zû lê dide, êdî gelek tiştan ji bîr dike û ji ber ku tiliyên wî ditevizin nikare nameyan binivîsîne. Anî ziman ku li hucreya yek kesî bi tena serê xwe tê hiştin, her roj serê her saetê gardiyan diavêjin ser hucreyê, eşyayên wî belav dikin. Hişê wî li serê wî bû û ji serketina berxwedanê bawer bû. Destnîşan kir ku zext û zordarî wê nikaribe bi wan. Silavên xwe li her kesî dikir û digot ku divê berxwedan bê mezinkirin. Diyar kir, li dijî tedawiyeke bi zorê daxwazname daye û destnîşan kiriye ku wê tedawiyê qebûl neke.”

TECRÎD ÊŞKENCE YE

Çeper diyar kir, ew jî heta dawiyê destekê dide kekê xwe û hemû girtiyên di greva birçîbûnê de ne û got, “Tecrîd êşkence ye, mûxatabê vê jî dewlet e. Divê tavilê qanûnên xwe bi cih bîne û dawî li tecrîdê bîne. Greva birçîbûnê ji bo bicihanîna qanûnan tê kirin. Tecrîd di şexsê Birêz Ocalan de li dijî gelê Kurd û tevahiya civakê tê kirin. Eger nerazîbûn li vê bêhiqûqiyê neyê nîşandan wê ev êşkence û kêfiyet li her cihî belav bibe û li dijî her kesî bi cih were anîn.”

BÊDENGÎ HEVKARIYA SÛC E

Çeper destnîşan kir, bêdengiya li pêşberî grevên birçîbûnê hevpariya sûc e û bang li civakê kir ku bibe dengê vê berxwedanê. Aysûn Çeper got, tiştekî nebaş bê serê mirovên di greva birçîbûnê de ne, wê berpirsyar dewlet bi xwe be.