Girtî Tarik Kara ê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Kandirayê hate kirin, ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekir li wî dan. Li ser vê girtî dest bi greva birçîbûnê kir.
Her ku diçe binpêkirinên mafan ên li girtîgeha zêdetir dibin. Bi taybetî di ketin û derketinên girtîgehan de, li ser gelek girtiyan pêkanîn û ferzkirina lêgerîna tazî tên sepandin. Girtiyên li dijî vê pêkanînê derdikevin, rayedarên girtîgehan li wan didin.
Girtî Tarik Kar di 16’ê Kanûnê de, ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê, sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hejmar a 2 a Kandira ya Kocaeliyê hatibû kirin. Hat diyarkirin ku di ketina girtîgehê de, Kar rastî ferzkirina pêkanîna lêgerîna tazî hatiye. Hat destnîşan kirin ku ji ber ku Kar pêkanîna tazî qebûl nekiriye, ji aliyê gardiyenan ve hatiye derpkirin.
Kar, di hevdîtina telefonê ya heftane de, bi navbeynkariya malbatê tiştên jiyan ragihandin. Endamên malbata Kar, diyar kirin ku gelek nexweşiyên Kar hene û wiha gotin: “Dema ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê de, bijîşkan derman dabûne. Lê rayedarên Girtîgeha Kandira bi hinceta ku rapora wî tuneye, dermanên wî nadinê.”
Endamên malbat Kar, dan zanîn ku ji ber sewqkirina Kar, ew ji bo karantiya 15 rojan kirine hucreya yek kesî û wiha bertek nîşanî vê yekê dan: “Bi hinceta karantînayê wî xistine hucreya yek kesî. Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekiriye, ji aliyê gardiyenan ve hatiye derpkirin. Dîsa alavên wî ne dane wî. Kar ji ber van binpêkirinên mafan ên li dijî xwe dest bi greva birçîbûnê kiriye. Kar niha di greva birçîbûnê de ye.”