Girtiyê nexweş ê 68 salî Cemal Tanhan ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin.
Ji ber nexweşiyên xwe di 23’yê cotmehê de rakirin Nexweşxaneya ya Îzzet Baysal û li beşa lênihêrîna awarte dihat tedawîkirin.
Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê OHDê parêzer Şukru Alpsoy bi doktarê girtî Cemal Tanhan re rû bi rû hevdîtin kir.
Alpsoy, da zanîn ku serbijîşk jê re got ku di kezeba Tanhan de kîst heye û ji ber vê yekê felc derbas kiriye û anîne nexweşxaneyê.
Her wiha Serbijîşk jê re gotiye ku derfetên nexweşxaneya wan bi têrî tedawiya Tanhan nakin lewma sewqî Nexweşxaneya Bajar a Eskîşehîrê hatiye kirin.