Mahmût Temel ku li Girtîgeha Tîpa E’yê ya Sêrtê girtiye û du caran spazma kalp pê re çêbûye got li girtîgehê li dijî vîrûsa koronayê ti tevdîr nehatine standin. 

Mahmût Temel ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E’yê ya Sêrtê gritiye, bi malbata xwe re bi telefonê axivî. Temel ji xwîşka xwe Kurmî Alagaş re axivî, got beriya du heftiyan du caran spazma dil pê re çêbûye.

Temel diyar kir li gel hêla Covîd-19’ê jî li girtîgehan ti tevdîr nehatine standin, her roja ku diçe zêdetir maf têne binpêkirin.

Temel got,”Beriya du  heftiyan li girtîgehan du caran spazma dil bi min re çêbû. Ez carekê bimirin nexweşxanê. Niha baş im. Ava vexwarinê kêm e. Ava germ nadin. Derbarê vîrûsa koronayê ti tevdîr nehatine standin. Malzemeyên hijyen û paqijiyê jî nadin. Em bi pereyên xwe dixwazin bikirin lê vê jî qebûl nakin.Li girtîgehê ti xebata dezenfektanê nayê kirin. Ji bo ku em binpêkirina mafan a li girtîgehê dibêjin cezayê disîplînê didin me. Dibêjin cezayê hucreyê li me birîne. Em ê li dijî vê îtîrazê bikin. Ne me dibin nexweşxanê û ne jî doktoran tînin vir. Li koxuşekê em 13 kes dimînin. Em bi hêviya mirinê ve hiştine.”


Kumrî Alagaş got birayê wê beriya bi 4 salan ji ber şertên girtîgehê nexweşiya dil pê re çêbûye, niha jî du caran spazma dil pê re çêBûye û çawa ku ew ji vê haydar bûne li girtîgehê geriyane, girtîgehê ji wan re gotiye tiştekî wiha nebûye, ti pirsgirêka birayê wî nîne.

Kumrî Alagaş her wiha xwest ku hemû girtiyên siyasî demildest werin berdan.