Girtiyê bi nexweşiya giran Mehmet Yamaç li dijî kiryarên derveyî mirovahiyê û kêfî yên rêveberiya girtîgehê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir.
Girtiyê bi nexweşiya giran Mehmet Yamaç ê li Girtîgeha Tîpa T Hejmar 2 a Bunyan a Kayseriyê tê hiştin, beriya 2 rojan bi rêya telefonê bi wasiyê xwe Ûgûr Sayan re axivî.
Girtiyê nexweş Mehmet Yamaç diyar kir ku ji bo şermezarkirina helwesta derveyî mirovahiyê û pêkanînên kêfî yên rêveberiya girtîgehê, ji bo bala raya giştî bikişîne ser zext û kiryarên faşîzan ên li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem dike.
Yamaç di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire.
Yamaç roja 2’ê Îlonê jî bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî bû û diyar kiribû ku ew bi zorê bêhnê distîne.
Sayan ragihand ku Yamaç demeke dirêj e bi nexweşiya pişikê yei carna bêhn lê diçike û hin rojan neçar dimîne ku bi tupê oksîjenê hilmê bistîne.