Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ,84 roj in bi biryardarî berdewam dikin.
Çalakiya greva birçîbûnê di 27’ê Mijdarê di çarçoveya kampanya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” hate destpêkirin.
Girtiyên siyasî destnîşan kiribûn ku heke heta 15’ê Sibatê tecrîd neyê rakirin ew ê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin.
Li ser navê girtiyên siyasî Denîz Kaya di 12’ê Sibatê de daxuyaniyeke din dan û gotin:
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertiya me, me di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê kiribû û me ragihandibû ku dê di 15’ê Sibatê de derbasî qonaxeke din bikin.
Lê ji bo bandorê li pêngava li derve hatiye destpêkirin û li xebatên hilbijartinê neke, me biryar da ku piştî hilbijartinê derbasî qonaxeke din bikin. Em çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya dorveger heta piştî hilbijartinê dirêj dikin.