Parêzer Zîlan Aydin anî ziman ku girtî çalakiyan, ne tenê weke nerazîbûnek li hemberî zext û tecrîdê, weke riyek ji bo xwegihandina li rastiyê dibînin.
Ji Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê -OHD Parêzer Zîlan Aydin ji ANF’ê re axivî û bi bîr xist ku rejîma dîktator, siyaseta darbeya 1980’yî dike pratîkê û got; Ji bo zextê li civakê bike gavên destpêkê li girtîgehan diavêje.
Tecrîdê destpêkê li Îmraliyê destpê kirin. 38 meh in agahî ji Îmraliyê nayê girtin. Destûr nayê dayin ku malbat û parêzer jî di nav de têkiliyê bi kesî re deynin. Îmrali mînakek taybet e û tecrîd ji wir belavî girtîgehan û piştre jî derbasî nava civakê dikin.
Parêzer Zilan Aydin destnîşan kir ku girtiyên siyasî, weke wezîfeyeke şoreşgerî li dijî tecrîda li Îmrali dest bi çalakiyê kirin û got: Girêvên birçîbûna salên 2016 û 2019’an di 27’ê Mijdara 2023’an de li dijî tecrîdê li bîra me ne. Mixabin civakê reaksiyoneke têrker nîşan neda. Di encama vê de jî derbasî qonaxeke cuda bû.
Îro jî girtiyên siyasî biryar dan ku greva birçîbûnê derbasî qonaxeke din bikin û hevdîtinê bi malbatên xwe re nakin, mafê xwe yê axaftina bi telefonê bi kar nayînin û naçin dadgehan.
Rêveberiyên girtîgehan , li dijî girtiyên ku tevlî çalakiyê dibin lêpirsînê dikin û cezayên dîsîplînê didine wan.
Zîlan Aydin herî dawî got; Girtî çalakiyê tenê weke nerazîbûneke li dijî zext û tecrîdê dibînin, Girtiyên siyasî zanin ku riya avakirina jiyaneke nû ya weke kesayetekî azad û xwegihandina rastiyê, şikandina tecrîdê ye. Divê civak li hemberî çalekiya girtiyan xemsar tevnegere û bibe dengê girtiyan. .