ÎZMÎR – Suheyla Taş û Sariye Taşkesen ku di greva birçîbûnê de ne gotin: “Divê baş bê zanîn wê bi vê berxwedanê re dawî bêhempa be.” Her wiha herdu girtiyan bang li herkesî kir û gotin: “Em bang li herkesî dikin ku vê çalakiyê bilind bikin.”Ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê, bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven di 8’ê Mijdara 2018’an ve çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya Leyla Guven di roja 108’an de didome. Bi heman daxwazê li 62 girtîgehan 317 girtî ds çalakiya greva birçîbûnê de ne. Suheyla Tal û Sariye Taşkesen ku li Girtîgeha Jina ya Sîncanê ji 26’ê Kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê de ne bi rêya malbatên xwe peyam şandin.  TAŞ: MERAQA NISTIYA ZÎNDEBÛNÊ LI MIN PEYDA BÛ  Taş, diyar kir ku ji ber hevalên wê demeke dirêj di greva birçîbûnê de mane her tim rewşa wan meraq dike û got: “Meraqa nistiya zindîbûnê li min peyda bû.” Taş, bi bîr xist ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe ew ketiye greva birçîbûnê û got: “Bi tecrîdkirina Rêber, gelê me hemû tê etcrîdkirin. Heta tecrîd neyê şikandin ne gelê kurd ne jî gelên Rojhilata Navîn wê azad nebin. Ji bo ev girêk vebibe ketim greva birçîbûnê. Heta Rêberê me azad nebe û şertên wî baş nebin, bedêl çi dibe bila bibe wê çalakiya min dewam bike.”  ‘ŞER DIJWAR E, LÊ TÊKOŞÎN MEZIN E’  Taş, destnîşan kir ku her diçe heyecan û coşa wê zêde dibe û xwe baştir hîs dike. Taş got: “Baş im, em baş in. Wexta tecrîd bê şikandin em ê tevde baş bibin. 15’ê Sibata 1999’an qirkirina kurda ye. Helbet me bi pêngava ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ çalakî pûç kir. Lê belê bi salan e şertên Rêberê me nebaş in. Niha şer dijwar in, êş giran in lê belê têkoşîn jî pir mezin e. Loma divê herkes qada ku lê ye veguherîne qada têkoşînê. Bi yekîtiyê em hêzdartir dibin. Yekîtî, şikandina tecrîd û faşîzmê ye. Bi vê dirûşmeyê divê gelê me rabe ser piya. Di pêvajoyeke wisa de bêdengî tê wateya qebûlkirina qirkirinan. Rêbertî, nefesa me ye.”  ‘RÊYA XELASIYA JI QIRKIRINÊ’  Taşkesen jî, destnîşan kir ku tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi tu awayîî nayê qebûlkirin û derî mirovahiyê ye. Taşkesen, diyar kir ky zext û zoriyên lis er gelê kurd jî ji ber tecrîdê ne û got: “Beriya her tiştî divê herkes zanibe ku tecrîdkirina Rêberê gelên Rojhilata Navîn û hemû bindestan Birêz Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin. Loma divê tecrîd bê şikandin. Bê şikandin wê gelê kurd û gelên Tirkiyeyê bi awayekî demokratîk bijîn û azad bibin.”  ‘MORALÊ MIN XURT E, BAŞ IM’  Taşkesen got: “Di rêça şoreşê de kirina tiştekî pîroz e, ji ber vê ez bisiûd im. Zêdetirî 50 roj in di greva birçîbûnê de me. Di grevên birçîbûnê de ji xeynî pêvajoya fîzyolojîk a muhîn jî hêla wê ya derûnî ye.” Taşkesen, diyar kir ku moralê xurt e lê belê her diçe di warê fizîkî de zehmetiyê dikişîne. Taşkesen, da zanîn ku heta niha 9 kîlo zihîf bûye û nerihetiyên wek bêhalî, gêjbûn, tansiyonê lê peyda bûne.  Taşkesen, bilêv kir ku çalakiya wan çalakiyeke mafdar û rewa ye û wê encam bigire û got: “Ji ber vê moralê min pir baş e. Tecrîdkirina Rêberekî ku emrê xwe di rêça sosyalîzm û azadiya gelên cîhanê de daye, sûc e. Ji bo kes nebe hevparê vî sûcî, divê vê çalakiya ku bi pêşengiya jinê hat destpêkirin bê xurtkirin û li hemû qadên jiyanê bê bilêvkirin. Ji bo di tarîtiya şevê de roniya berbangê bêd îtin divê gelê kurd û hemû sosyalîst û derdorên demokratîk bi awayekî berpirsiyarî tev bigerin û vê çalakiyê bilind bikin. Divê baş bê zanîn wê bi vê berxwedanê re dawî bêhempa be.”  MA / Nîmet Olmez