Pêngava cîhanî ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsa Kurd di meha duyemîn de dewam dike.

27’ê Mijdarê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê li zindanên dewleta Tirk tên ragirtin jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kirin.

Çalakiya li zindanan 5 roj li dû xwe hiştin.

Girtiyên li zindanên herêma Çukurovayê bi rêya malbat û parêzerên xwe bang li civakê kirin.

Hacîre Çay li girtîgeha Jinan a Tarsusê 15 rojan, Denîz Ozdemîr û Îsmaîl Tuzun yên li girtîgehên Tîpa F ya Edenê 5 rojan,

Ayhan Kavak yê li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 a Tarusê dimîne 15 rojan û Dogan Kahraman yê li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 3 a Tarsusê dimîne greva dorveger a 5 rojan dide destpêkirin.

Girtiyan diyar kirin ku ew azadiya fîzîkî ya rêber Apo dixwazin û heta ev pêk neyê wê têbikoşin.