EDENE – Li Girtîgeha Qeyserî, girtiyên jin ên di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dene, bang li raya giştî kirin ku deng bidin berxwedana wan û gotin: “Heta ku tecrîda li ser Ocalan ranebe, emê çalakiya xwe bi dawî nekin. Emê tu carî dest ji daxwazên xwe bernedin. Emê qezenc bikin.” Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 124’emîn de berdema dike. Berxwedana greva birçîbûnê ya li girtîgehan ku di 16’ê Kanûnê de destpê kir û di 1’ê Adarê de li tevahiya girtîgehan belav bû jî, bi biryardariyek mezin didome. Li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Qeyseriyê, girtiyên jin Bêrîvan Bîtmen, Maşallah Erbey û Merge Polat ên di 5’ê Çile de û girtiyên bi navê Sînem Oguz, Yazgul Şahîn û Yaprak Taşçi yên di 25’ê Çile de, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin, banga hestiyariyê li raya giştî kirin. Girtiyan, diyar kirin ku her roja diçe rewşa tenduristiya wan krîtîk dibe û xwestin hemû kes bibin dengê berxwedana wan. ‘EMÊ BI SERKEFTINÊ TAÇÎDAR BIKIN’ Malbatên di 5’ê Adarê de, li girtîgehê hevdîtin bi zarokên xwe re kirin, da zanîn ku girtî bi zorê xwe li ser piyan digirin, pir zêde kîlo winda kirine û laşê wan qalik digire. Girtiyên jin bi rêya malbatên xwe ev agahî derbarê rewşa xwe de dan: “Ligel pirsgirêka tansiyonê, nebza me heya 60’an ketiye. Şekirê me pir kêm bûye. Vîtamînan baş nadin me. Bi awayekê keyfî rojnameyan nadin. Di 1’ê Adarê de, hemû hevalên me yên din jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Moralê me bilinde. Emê vê çalakiya xwe bi serkeftinê taçîdar bikin.” ‘DENG BIDIN BERXWEDANA ME’ Girtiyan, di dawiyê de ev peyam dan: “Çalakiya me mafdar û meşrû ye. Em berxwedan û çalakiyek mafdar û meşrû bi rêve dibin. Her ku diçe çalakiya me, mezin û berfireh dibe. Divê hemû beşên civakê piştgirî bidin vê çalakiya me. Heta ku Ocalan azad nebe û daxwazên me neyên qebûl kirin, emê dest ji çalakiya xwe bernedin. Emê qezenc bikin. Em jiyanekê bê Ocalan qebûl nakin. Divê hem malbatên me û hem jî raya giştî deng bidin vê berxwedana me. Di encamê de mirin jî hebe, em ê tu carî dest ji daxwazên xwe berndin.” Parve bike:
Girtiyên jin: Di encamê de mirin jî hebe, em ê dest ji daxwaza xwe bernedin
