Girtiyên li Tîpa F’yê ya Nimro 2 a Kandirayê di grevên birçîbûnê de gotin, ”Em bang dikin bi giyanê Newrozê berxwedanê li kuçeyan geş bikin”

Girtiyên ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F’yê Nimro 2’yê yên Kandirayê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de, bi rêya malbatan peyam şandin. Girtiyan Newroza gelan pîroz kirin, problemên nexweşiyê yên berxwedêrên greva birçîbûnê vegotin.

BANGA LI GEL

Peyama girtiyan wiha ye:

”Em Newroza gelê xwe bi coşî pîroz dikin, slav dikin. Li zindananan  ji bo serkeftina pêngava bi hezaran girtiyên siyasî ya li dijî, ji bo ku pêngava li ber demokratîkbûna Tirkiyê veke bi ser bikeve û bi encam bibe, ji bo ku bi giyanê Newrozê ya hemû gelê me bibe bersiv, em bang dikin ku berxwedan li kuçeyan were geşkirin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin Zulkuf Gezen ê ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F’yê ya Nimro 2’yê ya Tekîrdagê dima, ji bo ku kese nemire çalakiyeke fedaî kiriye û hate domandin, ”Ji bo ku tecrîd rabe, şehadetên nû çênebin, em bang li gelê xwe dikin, ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, ji bo rûmeta xwe, berxwedan û çalakiyan geş bikin.”

ASTENGÎ Û ZEXT

Girtiyan diyar kirin ji 3’yê Adarê ve li girtîgehan rojnameya Yenî Yaşamê nadin wan û cezayê ragihandinê li wan birîne û wiha gotin:

”Li cem hevalên me yên ku ev 95 roj in di greva birçîbûnê de ne, nerehetiyên mîna bêxewiyê, baş nedîtinê, hesasbûna li bara deng, bêhalî û westanê peyda bûne. Nikarin avê yan jî ava bi karbonatê vexwin, zikêşî dibin. Hevalên ku ji destpêke ve ketine grevên birçîbûnê 10-12 kîloyan li xwe şikandin, hevalên ku 1’ê Adarê dest pê kirine 4-5 kîloyan li xwe şikandin. Heftiyê du caran doktor têne kontrolê, xebatkarên tendiristiyê kîlo û tansiyonan kontrol dikin. Tenê ji kantîna derve em dikarin vîtamîna B1’ê peyda bikin.”

‘EM BIRYARDAR IN’

Girtiyan gotin li gel hemû neyêniyan moralê wan baş e û heta ku tecrîd rabe ew ê çalakiya xwe bidomînin.