TUHAY-DER binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 û 2 kir rapor. Girtiyan ragihandin ku mafê dermankirina wan tên astengkirin, paqijî û ti tedbîrên li girtîgehan nînin.”
Li Girtîgeha Jimara 2’yan a Tîpa T a Osmaniyê Mehmet Farûk EngÎn, Bawer Başar, Îbrahîm Halîl Karataş û Akar Îkbal ên ji Doza Nisêbînê tên darizandin bi bo dermankirina wan nayê kirin 20 roj in di greva birçîbûnê de ne. Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Çûkûrovayê (Çûkûrova TUHAY-DER), di 18’ê tîrmehê de li Girtîgeha Jimara 1’an û 2’yan ên Tîpa T a Osmaniyê li gel girtiyan hevdîtin pêk anî û binpêkirinên mafan diqewimin kir rapor.
Di raporê de tê eşkerekirin ku di nava gardiyanan de tevdîrên ji bo koronayê nayên kirin û rapor cih dide nêrîna girtiyan. Bi girtiyê bi navê M.Ş.A. re hevdîtin hatiye kirin û cih dane nêrîna wî. M.Ş.A. diyar kiriye ku nexweş e û dermanan nadin wan û dermanên didin jî heman derman didin hemû girtiyan. M.Ş.A. dibêje ku dermankirina wan pêk nayê û nexweşîna girtiyan li wan pîr bûye. M.Ş.A. gotiye ku meheke ji bo serşokê sabûnê nedane wan, ji mafê civakê sûdê wernagirin û rojnameya Yenî Yaşamê jî nadin wan.
Girtiyê bi navê M.A. yê hevdîtin pêre hatiye kirin jî daye zanîn ku li gel rewşa tenduristiya girtî Akar Îkbal, Ozgur Azat Încî û Abdullah Topaloglû sewqî nexweşxaneyê nayên kirin û divê ji bo dermankirinê sepanên faşîzane werin bidawîkirin û dest ji sepana jimartina ser pêya jî were berdan.
3 SAL IN NAYÊ DERMANKIRIN
M.F.E yê hevdîtin li gel wî hatiye kirin jî diyar kiriye ku ew 4 sal in li Girtîgeha Osmaniyê ye û tevî ku parçeyên şarapnelê di lingê wî de heye jî 3 sal in nayê dermankirin û tevî hemû serlêdanên wî jî nayê dermankirin. M.F.E. aniye ziman ku bijîşkê girtîgehê Fatîh Toz li dijî wan sepanên nijadperest pêk tîne.
Bi girtî B.C. re jî hevdîtin hatiye kirin û diyar kiriye ku girtiyî Akar Îkbal 4 sal û nîv in girtî ye û tevî ku ji milê xwe birîndar e jî nayê dermankirin û her wiha girtî Mehmet Farûk Engîn jî ji lingê xwe birîndar e û nexweşê KOAH’ê ye û nayê dermankirin. B.C. gotiye girtiyê bi navê Abdulkadîr Baybars 3 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin.
Girtî M.P. ê pê re hevdîtin hatiye kirin daye zanîn ku gardiyan bêmaske digerin û dema karê dezenfekterkirinê tenê ber lavoboyan paqij dikin û kêzik li qawîşan digerin.
CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ
Bi girtiya jin U.K. re jî hevdîtin hatiye kirin û diyar kiriye ku girtîgeh ne girtîgeha jinan e girtîgeha zilaman e û rojê du caran li ser pêya wan dijmêrin û tenê rojnameya Cumhuriyetê didin wan. U.K. gotiye nameyên wan nadin wan û nameyên ew dişînin jî nizanin çi dibe bi wan û destûr nadin poseya nav girtîgehê jî. U.K. daye zanîn ku di gengeşeyek biçûk de jî gardiyan girtekan digirin û cezayên dîspîlînê didin wan. U.K. gotiye ku hema bêje li girtîgehê kes nikare diyalogê bi hev re bike.