Girtiyên PAJK’î gotin, “Divê dewlet ji bîr neke ku li hemberî Rêberê me xeleka agir her tim amade ye.”

Girtiyên PAJK’î bal kişandin ser tecrîda salan, gotin:

“Dewleta Tirk ji sala 2011’an û vir ve bi awayekî sîstematîk li ser Rêbertiya me tecrîda giran dimeşîne. Tecrîda girankirî dema di serî de bi ya Rêbertiya me û bi berxwedana zindan, gerîla û gel hate ber asta şikandinê, dewleta Tirk a ku bûye çete di sala 2014’an de ‘Plana Çokdanînê’ xist dewrê, tecrîda li ser Rêbertiya me û konsepta îmhayê kiriye polîtîkayeke giştî. ”

Hat gotin dewleta tirk îmhakirina me ji xwe re dike armanc û wiha dom kir:

“Dixwazin berxwedana me di nav qad û herêman de asê bikin, Rêbertiya me îzole bikin û wî bidin jibîrkirin. Dema ku ev polîtîka bi berxwedana ruhî û fîzîkî ya zindan û gerîla hate pûçkirin, ji zindana Îmraliyê re nameyên gefxwarinê hatin şandin. Şandina van nameyan û naveroka wan ji aliyê heman hêzan ve li çapemeniyê tê belavkirin.”

Girtiyên PAJK’î berxwedana zindanan bi bîr xistin, û got:

“Divê dewlet ji bîr neke ku li dora Rêberê me yê ku di navenda têkoşîna me ya azadiyê de cih digire, xeleka agir her tim amade ye.

Di vî warî de em xeta berxwedana dîrokî ya PKK û PAJK’ê tînin bîra dewletê û em dewletê hişyar dikin.

Girtiyan bang kir ku her kes li hemberî van êrîşan hişyar be, bi helwesta xwe polîtîkaya desthilatdariya AKP û MHP’ê ya faşîst pûç bikin û xwedî li Rêbertî derkevin.